KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çekên cerdevanên li Miksê neketin nava şer hatin desteserkirin
Li navçeya Wan Miksê, piştî çalakiya li hemberî avahiyên Midûriyeta Emniyetê û Qeymeqamtiyê şer derket û 7 cerdevanan nexwestin tevlî vî şerî bibin. Li ser vê yekê çekên wan hatin desteserkirin. -
Li Qendîlê gel û gerîla cejn pîroz kirin
Li Qendîlê, gel û gerîla cejna Remezanê li hev pîroz kirin. Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros di axaftina xwe ya li vir de got, "Ji bo siberoj û statuya Kurdan, yekane tişta pêwîst yekîtiya neteweyî ye." -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li Cûdî dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombeyan li Çiyayê Cûdî dibarînin. -
Bayik: Bicihkirina koçberan li Kurdistanê, xencerekî tevkujiyê ye
Bayik diyar kir, AKP dixwaze mîna xencerekî tevkujiyê koçberan li nava Kurd û Elewiyan bi cih bike û destnîşan kir, bê Kurd hiştina erdnîgariya Kurdistanê tê wateya têkbirina Kurdîtiyê. Bayik ji Kurdên li her derê dijîn xwest, li dijî vê derkevin. -
'Çeteyên DAIŞ'ê û Tirkiye bi rengekî koordîneyî êrîş dikin'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mistefa Minbic diyar kir, Tirkiye ya dixwaze pêşî li pêş ve çûna wan a li Minbicê bigire, tevî çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîş dike. -
Ceger: Di pirsgirêka koçberiyê de em bi tenê tên hiştin
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Zelal Ceger diyar kir, rojane 100 heta 250 malbat xwe li Efrînê digirin û heta niha ne Neteweyên Yekbûyî ne jî saziyeke din a alîkariya însanî ya navneteweyî destek daye wan. -
Altûn: Yekane tişta nehatiye guhertin înkarkirina Kurdan e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn da xuyakirin, ku Tirkiyeya polîtîkaya xwe ya derve guhertiye, di polîtîkaya Kurd de ti guhertin nekiriye û destnîşan kir, qanûna bingehîn a polîtîkaya nû, hebûn û siberoja netewe dewletê ye. -
Yuksekdag malbatên şehîdan ziyaret kir
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag malbatên Vedat Balik, Yûnûs Emre Şen, Remziye Bor û Ahmet Demîragaç ku di vê sala dawî de hatibûn kuştin ziyaret kir. -
Ji polîsên Tirk ji bo Tûncel: Em ê te bikujin!
Polîsên Tirk, gefa mirinê li Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel xwarin. -
MSD, PYD Û TEV-DEM’m, qetlîama Hesekê lenet kirin
MSD, PYD Û TEV-DEM’ê, qetlîama Hesekê lenet kirin, banga hevgirtinê kirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Ev êrîş, şer û vîna me ya li beramberî terorîstan nade şikandin.” -
Meclîsa Siyasî, ji bo cejnê çû ziyareta koçberên Minbicê
Meclîsa Siyasî ya Minbicê, cejna koçberên Minbicê pîroz kir. Gel, ji bo rizgarkirina wan spasiyên xwe anîn ziman. Endama Meclîsa Siyasî Yûsûf jî soz da ku Minbicê bi awayekî rizgarkirî radestî gelê Minbicê bikin. -
Avesta: Licê rûmeta mirovahiyê ye
Avesta bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku di şexsê Ocalan de jin, ciwan û hemû civak dîl hatiye girtin. -
HPG'ê encamên operasyona binketî ya artêşa Tirk a li Amedê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li Amedê de 29 leşker mirin e, ku yek ji van berbaz e, yek jî çawişê pispor e. Her wiha 14 leşker jî birîndar bûn. -
Li hember qereqola jendermeyan a Şaxê çalakî
Gerîlayan li hember qereqola Jendermeyan a li qûntarê Çiyayê Kato ya li navçeya Şax a Wanê çalakiyek bi roketan li dar xistin. -
Gerîlayan li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî lidar xistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
YPG: Li Şêx Medsûdê 5 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di şerê li hemberî çeteyên xwestin bikevin nava taxa Şêx Meqsûd a Helebê de 5 çete hatine kuştin. -
PADÊ plansaziya xwe ya salekê eşkere kir
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), encamên civîna xwe ya di 2'ê Tîrmehê de eşkere kir û plansaziya karê salekê diyar kir. -
KNK: Komkujiya li Hesekê êrîşek li dijî mirovahiyê ye
Konseya Rêveber a KNK'ê, komkujiya duh a li Hesekê weke êrîşek li dijî mirovahiyê pênase kir û DAIŞ û hevakên wê bi tundî şermezar kir. -
NPG: Operasyona dewleta AKP'ê têk çû
NPG'ê, diyar kir, operasyona artêşa Tirk a bi deh hezaran leşkerî di navbera 20'ê Hezîranê-2'ê Tîrmehê de meşand, bi rengekî fiyasko qediya. NPG'ê diyar kir, di operasyonê de 28 leşker hatine kuştin. Di şer de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. -
Tûncel: Gelê me li ser piyan e; em berxwedanê civakî bikin
Hevseroka Giştî ya DBP'e Tûncel li Silopiyê cejna gel pîroz kir. Tûncel di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, ku tevî hemû êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê, vîna gel li ser piyan e û banga civakîkirina berxwedanê kir. -
2 hezar koçberên din hatin Efrînê
2 hezar koçberên din ên ji herêmên Dêrazor, Bokemal û Şehbayê hatin, xwe gihandin Efrînê. -
Komkujiya li Hesekê: Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes
Hejmara mirovên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes. Nasnameyên 17 ji qurbaniyan eşkere bûn. -
Gerîlayan tankeke din rûxandin: Vaye dîmen
Gerîlayan roja 11'ê Hezîranê li Şirnexê tankek rûxandin. Dîmenê vê tankê di Gerîla TV de hat weşandin. -
KONGRA GEL: Lenet li komkujiya li Hesekê bê
KONGRA GEL lenet li komkujiya li Hesekê anî û destnîşan kir, divê tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin. Di daxuyaniyê de banga piştgiriya civakî jî hat kirin. -
Şervanên QSD'ê bi wesîleya cejnê çûn serdana koçberan
Şervanên QSD'ê, çûn serdana koçberên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên cuda koçî Efrînê kirine û cejna Remezanê li wan pîroz kirin.