KONGRA GEL: Lenet li komkujiya li Hesekê bê
KONGRA GEL lenet li komkujiya li Hesekê anî û destnîşan kir, divê tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin. Di daxuyaniyê de banga piştgiriya civakî jî hat kirin.
KONGRA GEL lenet li komkujiya li Hesekê anî û destnîşan kir, divê tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin. Di daxuyaniyê de banga piştgiriya civakî jî hat kirin.
Hevserokatiya KONGRA GEl, li ser qetilkirina sivîlan a li Hesekê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ji malbatên mirovên di komkujiya li Hesekê ya ji aliyê barbarên DAIŞ'ê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin."
'EM, LENETÊ LI DAIŞ'Ê Û HÊZÊN DESTEKÊ DIDIN WÊ TÎNIN'
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Em, keriyê barbarên qetlîamker DAIŞ'ê û hêzên qirkirinê yên destekê didin DAIŞ'ê û ew li serê gelên me kiriye bela, lenet dikin. Ev komkujiya li hemberî jin, zarok û sivîlan careke din nîşan dide, ku DAIŞ û welatên destekê didin wê, zerara herî mezin li Îslamê û gelên Misilman dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî serketinên hêzên QSD'ê yên li Minbic û derdora wê ketine nava panîkê, çiqasî ji herêmê tên paqijkirin, ewqasî jî hewl dide li herêmên din ên di bin kontrola YPG, YPJ û QSD'ê de êrîşên bi vî rengî bikin û bi vî rengî pêngavên li dijî xwe bisekinînin an jî kêm bikin.
'TEDBÎRÊN XURT ÊN EWLEKARIYÊ DIVÊ'
Êrîşa terorê ya li Hesekê li hemberî mirovên sivîl hat kirin, parçeyek ji vê planê ye. Rêveberiya Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê, pêwîste li hemberî komkujiyên bi vî rengî yên DAIŞ a têk diçe û ji herêman tê paqijkirin, tedbîrên xurt ên ewlekariyê bigire. Di serî de hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC), girîng e hemû hêzên bi erka ewlekariya gelên me radibin, di vê demê de bi her awayî tedbîra bigirin."
KONGRA GEL di dawiya daxuyaniya xwe de bang li welatiyan kir, ku êşa mirovên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane bi piştgiriya civakî parve bikin û birînan bipêçin.