KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Vedat Aydin li ser gora xwe hat bîranîn
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de hat qetilkirin, li ser gora wî bi bîr anîn. -
Li Kaniya Xezalan, xanî ji çeteyên DAIŞ'ê re hatin dayîn
Li taxên navçeya Riha Kaniya Xezalan ên li ser sînorê Rojava, Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê û Şaredariya Kaniya Xezalan a AKP'yî xanî dan endamên DAIŞ'ê. -
Balafirên şer bombeyan li Çiyayê Kato yê sivîl lê ne dibarînin
Balafirên şer ên dewleta Tirk, bombeyan li Çiyayê Kato yê bi sedan sivîl lê ne dibarînin. Agahî ji gelê li herêmê ye, nayê girtin. -
'Cejna me azadiya gundê me ye'
Gundiyên axa wan ji çeteyan hat paqijkirin gotin, bi saya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew bi rengekî azad cejna xwe pîroz dikin. -
'Kongreya Neteweyî ji bo azadiya gelê Kurd ferz e'
Endama Koordînasyona KJK'ê Emîne Erciyes bal kişand ser girîngiya Kongreya Neteweyî ji bo azadiya Kurdan û destnîşan kir, Kurdan kengî ev parçebûn ji nava xwe rakirin û têkoşîneke hevpar meşandin, wê hingî azad bibin. -
Nûçegihana DÎHA'yê Orûç hat girtin
Nûçegihana DÎHA'yê Şerîfe Orûç a di dema şopandina nûçeyê de tevî du kesên li cem wê hat binçavkirin, hat girtin. -
Li Licê gundiyên ku ji aliyê leşkeran ve hatin êşkencekirin hatin girtin
Li navçeya Licê ya Amedê welatiyên ku ji bo vemirandina şewata li gundê Kerwasê çibûn cihê bûyerê û ji aliyê leşkeran ve hatibûn êşkencekirin, hatin girtin. -
Li Pîranê şer
Hat ragihandin ku li bejahiya gundê Bazbind a navçeya Pîranê ya Amedê di navbera gerîlayên HPG'ê û artêşa Tirk de şer derket. -
Li Çewlikê ‘qedexeya’ li ser 6 gundan hate rakirin
‘Qedexeya kolanan’ a li ser 6 gundên mabeyna navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û Licê ya Amedê hate rakirin. -
Ji hevserokên DBP’ê peyama Cejna Remezanê
Hevserokên DBP’ê Sebahat Tûncel û Kamûran Yuksek peyam dan û got, “hêvî dikin ku Cejna Remezanê di serî de ji bo gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn, bibe wesîleya aramî û şadiyê.” -
YPG’e derbeyên giran li çeteyan xist
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên li ser Taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin. Di şerên qewimî de gelek çete hatin kuştin, 3 şervanên wan dema li ser wezîfeya parastinê bûn gihiştine şehadetê. -
Bozan Xelîl: Encamên Têkiliyên Tirkiyê û Rûsya ji me re ne xem e
Serokê Desteya Hundirîn yê Kantona Kobanê, der barê hevdîtinên Tirkiyeyê û Rûsya yên dawî û nêzikatiya dewleta Tirkiyeyê û Rûsya, girêdana vê nêzikatiyê bi rewşa Sûriyeyê giştî û bandora wêbi taybet li ser Rojava nirxand. -
Zanîngeha ‘Rojava’ tê vekirin
Konseya Perwerdehiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava , ragihandin ku wê di demeke pir nêz de Zanîngeha bi navê ‘Rojava’ vekin. -
Ji YPG’ê Biryarnameya Parastina Nirx û Berhemên dîrokî û turîstîk
YPG’ê bi metirsiya parastina nasnameyên çandî û dîrokî yên li Rêveberiya Herêma Rojavayê Kurdistanê biryarnameyek ji bo YPG’ê û YPJ’ê derxist û diyar kir û di rewşa binpêkirina biryarnameyêde wê lêpirsinên qanûnî were kirin. -
HPG: Operasyona artêşa Tirk a li Licê bêencam vekişiyaye
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku operasyona berfireh a ku 21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê dabû destpêkirin, bêencam vekişiyaye. -
Di çalakiyên gerîla de 15 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku 2 û 3’yê Tîrmehê hatin lidarxistin, 15 leşker hatin kuştin, 2 wesayîtên Kîrpî û 1 jî Akrep hatine rûxandin. -
YPS: Di çalakiya li Elkê de berbazek hat kuştin
Di çalakiya 2'ê Tîrmehê ya li Elkê de berbazek hat kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn. -
Li Şehbayê komkujî, koç û bangawazî
Li derdora Babê di êrîşa bi ser nêzîkî 100 gundên Kurdan de çeteyên DAIŞ’ê heya niha ji 1500’î zêdetir mirov revandin û ji van ji sed kesî bêhtir hatin kuştin. Berdevkê Çapemeniyê yê Ceyş El Siwar hovîtiya çeteyan vegot. -
Ji TŞYG li ser rêya Dersîm-Elezîzê çalakiya sabotajê
Li hemberî komek ji jendermeyan a li ser rêya Dersîm-Elezîzê kontrola rê dikir û wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê hat kirin. -
Gerîla lê dide, Gerîla TV dikişîne: Vaye dîmen
Dîmenê çalakiya gerîlayan a 11'ê Gulanê li herêma Rîsor a Şirnexê li hemberî leşkerên Tirk hat lidarxistin, ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin. -
'DAIŞ ya wê teslîm bibe, yan jî wê tine bibe!'
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed û Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, pêngava rizgarkirina Minbicê ji ANF'ê re nirxandin. -
Li Licê 'operasyona mezin' an 'têkçûna mezin'?
Licê, ji destpêka avabûna komarê û vir ve li hemberî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên TC her tim li ber xwe da û j ber vê yekê timî bû hedefa êrîşên dewletê. -
KONGRA-GEL xwest, di Cejna Remzanê de yekîtî were xurtkirin
KONGRA–GEL: Cejna Remezanê fersendeke mezin e. Divê neyê jibîrkirin, zor û zehmetiyên em dijîn li me ferz dikin ku em bêhtir pişta hev bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin. -
Ji rejîma Sûrî ya êrîşî asayîşa Hesekê kir 7 leşker mirin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kuristanê, di navbera Hêzên Asayîşa Rojava û leşkerên rejîmê de duh bi şev şer derket. Di şer de 7 sivîl birîndar bûn. Her wiha 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin. -
Li Dersîmê li dijî wesayîta zirxî çalakiya sabotajê
Li ser rêya Dersîm-Pêrtagê, li hemberî wesayîteke zirxî çalakiyeke sabotajê hat kirin.