Vedat Aydin li ser gora xwe hat bîranîn

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de hat qetilkirin, li ser gora wî bi bîr anîn.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amedê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de hat qetilkirin, li ser gora wî bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê ya li Goristana Deriyê Mêrdînê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tûncel, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demîrel û Feleknas Ûca, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê û gelek şêniyên Amedê amade bûn.

Hevseroka DBP'ê Sabahat Tûncel got, "Di şexsê Vedat Aydin de em hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin" û ev axaftin kir: "Vedat Aydin ne tenê parêzvanekî mafên mirovan bû, di heman demê de parêzvanê gelê Kurd bû. Tevî ku di ser qetilkirina wî re 25 sal derbas bûn jî, ala têkoşînê wî qet daneket jêrê. Ala têkoşîna wî îro li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê her li ba ye."

Tûncel destnîşan kir, ku hevrêyên Vedat Aydin îro li Rojavayê Kurdistanê şoreşek bêhempa pêk anîne û li her qadê têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind kirine. Tûncel got, "Mesaja herî girîng a divê dagirker jê bigirin ev e: Dikarin me bigirin, dikarin me bikujin, lê bi ti awayî nikare me ji têkoşîna me vegerînin."

Tûncel bibîr xist ku ev 49 roj in ew agahiyê ji Hûrşît Kulter ê ji aliyê dewletê ve hat revandin nagire û got, "Li vî welatî, di nava 40 salan de hikûmet û rêveberî gelekî hatin guhertin. Lê belê helwest û nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd qet neguherî. Li hemberî vê zîhniyeta naguhere ya dewletê, mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê berpirsyarî û erka me ya bingehîn e."

...