Gerîla lê dide, Gerîla TV dikişîne: Vaye dîmen
Dîmenê çalakiya gerîlayan a 11'ê Gulanê li herêma Rîsor a Şirnexê li hemberî leşkerên Tirk hat lidarxistin, ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yek ji hîmên bingehîn ên şerê li dijî mirovahiyê yê bi fermana Qesr û hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê tê meşandin, medya û çapemenî ye" û hat destnîşankirin, ku ev artêşa medyayê, ji tirsa bi gavekê jî xwe nêzî rastiyê nakin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ji ber vê sedemê weke HPG ew bi berpirsyariya xwe ya dîrokî radibin û aliyên rast ên vî şerî bi daneyên şênber eşkere dikin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "11'ê Gulanê, li herêma Rîsor a Şirnexê, artêşa Tirk û cerdevanan operasyonek meşandibûn. Li hemberî leşkerên li Deriyê Sêwo yê li nêzî gundê Kaniya Kaymakam derketibûn operasyonê, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîbûn û di encamê de 2 leşker hatibûn kuştin. Di heman demê de çalakiyên sûîqestê hatibûn kirin û 2 leşkerên din hatibûn kuştin.
Bi rêya malpera me Gerîla TV em dîmenê vê çalakiyê bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin. Encamên rast ên şer, wê ji aliyê me ve bi rengekî herî rast bên ragihandin."