Li Licê gundiyên ku ji aliyê leşkeran ve hatin êşkencekirin hatin girtin
Li navçeya Licê ya Amedê welatiyên ku ji bo vemirandina şewata li gundê Kerwasê çibûn cihê bûyerê û ji aliyê leşkeran ve hatibûn êşkencekirin, hatin girtin.
Li navçeya Licê ya Amedê welatiyên ku ji bo vemirandina şewata li gundê Kerwasê çibûn cihê bûyerê û ji aliyê leşkeran ve hatibûn êşkencekirin, hatin girtin.
Leşkeran li gundikê Mehlê ya Kerwaza Licê di 30'ê Hezîranê de zeviyên welatiyan şewitandin. Welatiyên ku mudaxaleyî şewatê kirin ji aliyê leşkeran ve bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Welatiyên bi êşkenceya leşkeran birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê ya Amedê. Welatiyên birîndar Rojda Kocakaya, Erdal Kocakaya û Veysi Gokhan di saetên şevê de sewqî dadgehê hatin kirin.
Heyeta dadgehê jî biryara girtinê da û 3 welatî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
Berê jî 12 gundîyên ku li dijî operasyonan bertekên xwe anîbûn ziman hatibûn girtin.