KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KONGRA GEL: Bi hawara Licê ve biçin
Hevseroktiya KONGRA-GEL têkildarî polîtîkayên komkuj ên AKP/Qesrê ku li Licê ya Amedê pêk tîne daxuyanî da. -
YPS: Li Wanê maşîneke zirxî hat îmhakirin
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) diyar kir, roja 30'ê Hezîranê li Wanê maşîneke zirxî ji aliyê hêzên wan ve hatiye rûxandin. -
HPG: Li Dêrikê 6 çawişên pispor hatin kuştin, 11 leşker birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya 29'ê Hezîranê ya li navçeya Mêrdîn Dêrikê de 6 çawişên pispor hatine kuştin, 11 leşker jî birîndar bûne. -
Ji gerîlayên YJA Starê çalakiyên ji bo bîranîna Zîlan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YJA Starê, li ser çalakiyên gerîla yên ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand. -
Li Minbicê depoya teqemeniyan a DAIŞ'ê bi dest ket!
Li depoya teqemeniyan, gelek mayîn û teqemeniyên malên dewleta Tirk û dewletên navneteweyî ne, hatin bidestxistin. -
Nasnameya kesê li Licê hat qetilkirin eşkere bû
Nasnameya kesê li navçeya Licê ji aliyê artêşa Tirk ve hat qetilkirin, eşkere bû. -
KCK şehîdên Sêwas û Çorûmê bi bîr anî
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê kesên di Tîrmeha 1980’î de li Çorûmê û 2'ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. -
Karayilan: Em ê hesabê êrîşên qirkirinê bipirsin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, êrîşên qirkirinê yên li Licê û êrîşa DAIŞ'ê ya li Stenbolê nirxand. Karayilan der barê têkiliyên AKP-DAIŞ'ê de nirxandinên girîng kir. -
Êrîşa çeteyan a li hemberî Dadatê hat şikandin
Êrîşa çeteyan a li ser bajarokê Dadat ku cihekî stratejîk e û rêya Minbic-Cerablûsê qut dike, piştî êrîşên ku tevahiya şevê dom dikin, hat şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. -
Êrîşê li Licê dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk ên li bejahiya Licê bênavber dewam dikin. 27 kes, ku zarok jî di nav de hene bi lêdanê hatin binçavkirin. -
KNK'ê daxwaza berdana endamên xwe Osman û Mistefa kir
Hevserokên KNK'ê Nîlufer Koç û Rêbwar Rashed xwestin, endamê Komela Îslamî Serhad Osman û Sadî Mistefa, ku di heman demê de endamên KNK'ê de û li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin girtin, bên berdan. -
Sêrt weke 'herêma leşkerî' hat ragihandin
Dewleta Tirk a ji ber çalakiyên gerîla nikare xwe bilivîne, hin herêmên Sêrtê ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet" îlan kir. -
'Operasyonên li Licê bi fermana AKP/Qesrê tên kirin'
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, operasyonên li Licê tên meşandin weke parçeyek ji plana AKP/Qesrê ya têkbirinê bi nav kir û xwest, operasyon derhal bên qedandin. -
Ji gerîlayan çalakiya bi bandor: Gelek leşker mirin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, gerîlayên HPG'ê çalakiyeke xurt lidar xistin. Di vê çalakiyê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin. -
YBŞ: Şervanekî me li Minbicê şehîd ket
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê nasnameya şervanekî xwe yê bi dilxwazî li Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û di 28'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da eşkere kir. -
Pêngava dîrokî ya 1'ê Tîrmeha 1979: Ocalan hat Kobanê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bingeheke xurt ji tevgerê re amade bike, di 1'ê Tîrmeha 1979'an de ji gundê Kazikan ê bi 9 km'yan li rojhilatê Kobanê ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Şahidên vê pêngava dîrokî, ji ANF'ê re axivîn. -
Hemşehriyên Tirkmen ên Ocalan: Tecrîdê derhal rakin
Hemşehriyên Tirkmen ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û banga rakirina tecrîdê kirin. -
'Ev zilma di meha pîroz de tê kirin, wê ji kesî re nemîne'
Dîlek Ocalan a HDP'yî tevlî fitara KJA'yê ya li Xelfetiyê bû û destnîşan kir, ku zilma di meha pîroz de li gelê Kurd tê kirin, wê ji kesî re nemîne. -
Li bejahiya Licê herî kêm 2 leşker hatin kuştin
Di çalakiya bombeyî de ku li sînorê navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û Licê ya Amedê li dijî wesayîta zirxî hate lidarxistin, 2 çawîşên pispor mirin. -
Hat îdîakirin ku li Licê 4 kesên din jî hatin înfazkirin
Piştî qetilkirina welatiyên bi navê Erdal Kocakaya û Mevlut Kocakaya ên li gundê Kerwas ê Licê, hat îdîakirin ku 4 kesên din jî hatine qetilkirin û li pey wesayîtên zirxî ve girêdane û di nava gund de gerandine. -
Li Erzînganê 6 welatî hatin girtin
Li navçeya Kemahê ya Erzînganê 6 welatî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin darizandin, ji bo her yekî 6 sal û 3 meh ceza hate birîn. -
Balafirên şer li gundê Buyukçag ê Çewlikê didin
Helîkopterên artêşa Tirk li gundê Buyukçag ê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê didin. -
Li bajaroka Dadatê şer
Li başûrê bajaroka Dadat ê dikeve başûrê Cerablûsê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbic û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. -
Onderoglû peyama domandina piştgiriyê da
Nûnerê RSF’ê yê Tirkiyeyê Erdoga Onderoglû piştî ji Girgtîgeha Sîlîvriyê derket, got wê ji niha û şûn de jî piştgirî bidome. -
Li Êlihê peyam ji bo AKP/Qesrê: Em ê qeyûm nas nekin!
Der heqê tayînkirina qeyûmê yên bi ser şaredariyan de Şaredariya Êlihê civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de peyam hate dayin ku ew ê sepanîna qeyûmê AKP/Qesrê nas nekin.