'Ev zilma di meha pîroz de tê kirin, wê ji kesî re nemîne'

Dîlek Ocalan a HDP'yî tevlî fitara KJA'yê ya li Xelfetiyê bû û destnîşan kir, ku zilma di meha pîroz de li gelê Kurd tê kirin, wê ji kesî re nemîne.

Li dora 'sifreya ser rûyê erdê' ya li Xelfetiyê, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş, Dayikên Aştiyê, rêveberê DBP û HDP'ê yên Xelfetiyê û bi sedan jin amade bûn. Li vê derê mewlûda bi Kurdî hat xwendin.

Hevşaredara Xelfetiyê Dûrmûş ewilî axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtina jinan. Dûrmûş xwest meha Remezanê bibe wesîleya aştiyê û ji bo pêşîgirtina li xwîna tê rijandin û pêkhatina aştiyê, banga terikandina polîtîkayên şer kir.

'NIKARIN XWE LI KURDÊN MIRÎ Û ZINDÎ RABIGIRIN'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî bibîr xist, ku rojên heyî rojên pîroz in û got, "Di vê meha pîroz de jî li hemberî bajar, goristan, çiya û deştên gelê Kurd şerekî topyekûn tê meşandin. Zîhniyeta AKP'ê bi ti awayî tehemûlî Kurdan nake û di vê çarçoveyê de şerekî qirêj dimeşîne. Em jî li hemberî vî şerî ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin. AKP û dewleta Tirk ne dikarin xwe li zindiyên Kurdan bigirin, ne jî li miriyan. Di vî şerê xwe yê qirêj de sînoran nas nake; ji dayikên me yên 70 salî heta pitikên di zikê dayikê de qetil dikin."

'ZILMA LI MEZLÛMAN DIKIN, WÊ JI WAN RE NEMÎNE'

Ocalan da xuyakirin, ku ev zilma li gelê Kurd tê kirin bi ti awayî cihê xwe di nava Îslamê de nîne û got, "Di çarçoveya polîtîkayên şer ên qirêj de zilm li gelê Kurd tê kirin û hemû nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Ola Îslamiyetê beriya her tiştî gotina aştiyê bilêv dike. Emr dike ku dema cîran birçî be, divê mirov bi têr ranezên. Lê belê di roja îro de yên li qesran dijîn, bi tenê ew têr in, wekî din her kes di nava lepên birçîbûnê de ne. Qîma xwe bi vê jî nînin, radibin bombeyan li malên mirovên me dibarînin. Gelê me ji cih û warên wan derdixînin. Li pêş çavên mirovan çiya jî dişewitînin. Ya di vê meha pîroz de li mezlûman tê kirin, wê ji kesî ren emîne. Kî vê zilm û neheqiyê dikin, em hêvîdarin wê ev zilm ji wan re nemîne."