KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji Başûrê Kurdistanê li hember gefa fermandarê Îranî nerazîbûn
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li beramberî gefa fermandarê Îranî ya “Em ê tine bikin” bertek nîşan da. -
Li hemberî wesayîta leşkerên Tirk çalakî
Li Taxa Qereçya ya Elbakê dema wesayîta leşkerî ya zirxî derbas dibû teqîn pêk hat. -
Şervanan nehiştin çete êrîş bikin
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî taxa El Hezawnî ya Minbicê bikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêşî li vê êrîşê girtin. -
Li Elbakê çalakiya sabotajê
HPG'ê diyar kir, gerîlayên wan îro saet di 03:10'an de li herêma gundên Nobirn û Karcenê yên navçeya Elbakê, li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di encamê de wesayîta zirxî bi temamî îmha bûye. -
Çete li Minbicê sivîlan weke mertalên zindî didin pêşiya xwe
Operasyona, "Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê dewam dike. Çeteyên ku li Minbicê tengezar bûne, sivîlan weke mertalên zindî li ber xwe datînin. -
Komkujiya Licê li Wanê hat şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina operasyon û qetilkirina xwezaya Licê, li Wanê çalakiya nobedê destpê kir. Çalakî wê 3 rojan bidome. -
YPG'ê bîlançoya şerê meha Hezîranê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, di nava meha Hezîranê de 80 çete hatine kuştin, 1 jî dîl hatiye girtin. YPG'ê diyar kir, di vî şerê meha Hezîranê de 17 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. -
HPG: Di navbera hêzên me û dagirkerên li Kanîmasî bi cih bûne de, şer derket
HPG'ê da xuyakirin, ku roja 29'ê Gulanê di navbera leşkerên Tirk ên bi awayekî fermî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û yekîneyeke gerîla de li qada Girê Ortê ya herêma Metîna şer derket. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Şemzînanê
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya ku gerîlayên YJA Starê roja 15'ê Hezîranê li hemberî konvoya leşkerî ya li Şemzînanê pêk anîn, weşand. -
Dema qedexaya li 20 herêmên Dersîmê hate dirêjkirin
Walîtiya Tirk a li Dersîmê dema qedexeya ji 28'ê Hezîranê heta 12'ê Tîrmehê li 20 herêmên Dersîmê îlan kiribû heta 1'ê Îlonê dirêj kir. -
Ayata: Erdogan û AKP bûne hêza pêkanîna xeta Ergenekonê
Ayata diyar kir, stratejiya hundir û derve ya Erdogan ji aliyê Ergenekonê ve tê destnîşankirin û got, "Xeta ku Erdogan niha li ser e, xeta kontrgerîla ya tinekirina Kurdan e." -
CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 hatin girtin
Cemiyeta Rojnamevanên Azad, bûyerên di nava 6 mehên dawî de bi serê rojnamevanan ve hat kir rapor. Li gorî vê yekê, 10 rojnamevan hatin kuştin û 24 hatin girtin. -
Şervanên Minbicê êrîşa çeteyan şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşeke çeteyan a li hemberî nuqteyên wan ên li başûrê Çemê Sacor û bajarokê Dadatê, şikandin. -
Xerzî: Faşîzma îro tê meşandin dişibe ya 1925'an
Xerzî got, "Kiryarên tên kirin, dişibin kiryarên sala 1925'an ku 90 sal bi pergala Tirkiyeyê dan windakirin. Divê em nehêlin ev darbe bi ser bikeve" û banga avakirina eniya demokrasî û azadiyê kir. -
Ehmed: Pêngava Minbicê bi kêrî berjewendiyên gelan tê
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destnîşan kir, ku dema pêngava Minbicê bi ser bikeve, wê DAIŞ gelekî qels bibe û hesabên hin hêzên herêmî jî pûç bibin. -
Kêm ma ye Minbic azad bibe
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de li navenda bajêr kolan bi kolan, mal bi mal bi pêş de diçin. -
'Yên herî zêde Elewî qetil kirin, îro radibin qala mafên Elewiyan dikin'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn da xuyakirin, ku ji destpêka dewleta Komara Tirkiyeyê ve Elewî tên qetilkirin û got, "Yên îro qala mafên Elewiyan dikin, ew kes in ku herî zêde Elewî qetil kirine." -
Ji TEV-DEM’ê li hember nirxandina De Mîstûra ya têkîldarî nifûsa Kurdan a li Sûriyeyê bertek
TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji daxuyaniyên dawî yên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura ku dibêje “Li Sûriyeyê Kurd tenê ji sedî 5 in” matmayî mane, ev wek hewldaneke reşkirina rastiyan gelê Kurd bi nav kir. -
Bi merasîmeke mirêsdar oxira şervanê YBŞ’ê Karker hate hilanîn
Bi hezaran kesî oxira şervanê YBŞ’ê Brûs Karker hilanî. Di merasîma cenazeyê de hate gotin, ‘’Ta ku Şengal bibe xwedî vîneke azad û serbixwe wê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li her deverê şer were kirin.’ -
Gav bi gav operasyona Minbicê
Operasyona rizgarkirina Minbicê mehek li pey xwe hişt. Operasyon 1’ê Hezîranê li kantona Kobanê destpê kir. Beriya operasyonê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi gelek komên çekdar ên di bin sîwanê wê de ji sê aliyan dest bi tevgerê kir. -
Ji Pêngava Rizgarkirina Minbicê çend wêne
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de dan destpêkirin, mehek li pey xwe hişt. -
KCK: AKP dixwaze qetlîamên li ser Kurdan niha bi serê Elewiyan bîne
KCK’ê kesên di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, got: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê desthilatdariya faşîst a dijminê mirovahiyê, em têkoşîna xwe hevpar bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.” -
YPG: 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên koalîsyonê, çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û diyar kir, di encama bersiva hêzên wan de 3 çete hatine kuştin. -
Dozgeriya Tirk ji bo îfadeyê bang li Başaran kir
Serdozgerê Tirk ê li Êlihê ji bo wergirtina îfadeyê bang li wekîla HDP'ê ya Êlih Ayşe Acar Başaran kir. Başaran diyar kir ku ew ê ji bo îfadeyê neçe. -
HPG'ê encamên çalakiyan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser encamên çalakiyên li Şirnex, Çewlik, Amed û Mûşê daxuyaniyeke nivîskî weşand.