YPG: 3 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên koalîsyonê, çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û diyar kir, di encama bersiva hêzên wan de 3 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, êrîşên komên ser bi koalîsyona Sûriyeyê, ku ENKS jî di nav de ye, yên li hemberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

LI EŞREFIYÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat gotin, "30'ê Hezîranê saet 20.00 de komên çete bi topên cehenemê êrîşî  taxa Şêx Meqsûdê kirin. Ev bombebaran heta derengiya şevê bê navber berdewam kir. Hêzên me jî cihên çeteyan jê êrîş dikirin tespît kirin û li dijî nuqteyên çeteyan ên li herêma Eşrefiyê operasyonek lidarxistin. Di vê operasyonê de qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin."

LI HERÊMA ŞÊXLER A KOBANÊ 2 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê roja 30'ê Hezîranê bi çekên giran ji Cerablûsa Jêrîn êrîşî bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî vê êrîşê çeteyan hewl dan ji çemê Firatê derbas bbin û êrîşî qadên me bikin. Li ser destwerdana hêzên me li qadê şer rû da. Li vir bi qasî hat zelalkirin 2 çete hat kuştin. Çeteyan piştî kuştî û birîndarên xwe rakirin ji qadê reviyan.

Çeteyên DAIŞ'ê heman rojê bi çekên giran êrîş birin ser başûrrojhilatê bendava Tişrîn û piştre hewldan bikevin nava qadên me. Piştî destwerdana hêzên me çete neçar man ji qadê birevin."

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK

Fermandariyê da zanîn, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û di vê der barê de ev agahî da:

"Şeva 30'ê Hezîranê bi giştî xeta sînor a li rojavayê Kobanê bê serûber gulebaran kir. Bi awayekî hemwext Arteşa Tirk Girê Şehîd Hogir ê li heman herêmê bi çekên giran gulebaran kir. Di dema van êrîşan de Artêşa Tirk hemû ronahiyên li ser xeta sînor tefand."