YPG'ê bîlançoya şerê meha Hezîranê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, di nava meha Hezîranê de 80 çete hatine kuştin, 1 jî dîl hatiye girtin. YPG'ê diyar kir, di vî şerê meha Hezîranê de 17 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, di nava meha Hezîranê de 80 çete hatine kuştin, 1 jî dîl hatiye girtin. YPG'ê diyar kir, di vî şerê meha Hezîranê de 17 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bîlançoya şerê meha Hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Çalakî û operasyonên hêzên me: 16 (1 jê ji aliyê tîmên Antî Terorê hat kirin)
Şerê qewimî: 48
Çalakî, êrîş-operasyon û şerê encam nediyar: 3
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava: 17
Êrîşên Koalîsyona Sûrî dijî taxa Şêx Meqsûd û herêma Efrînê: 27
Çeteyên hatin kuştin: 80
Çeteyên birîndar bûn: 5
Çeteyên dîl hatin girtin: 1

AMÛR Û ÇEKÊN HATIN RÛXANDIN

2 doşka 14.5, 2 maşîneyên pick-up, 1 motor

AMÛR Û ÇEKÊN HATIN BIDESTXISTIN

21 çekên kalaşnîkov, 2 RPG, 10 guleyên RPG, 21 jerjor, 7 bêtêl, 2 motor, 1 dûrbîn + hejmarek ji cûreyên cuda ji alavên leşkerî.

ŞEHÎD

Şehîdên me: 17

DI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞÊX MEQSÛDÊ DE 9 SIVÎL ŞEHÎD KETIN

Di Hezîrana 2016'an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê rojane bi hawan, topên destsaz û çekên giran êrîşên xwe li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê û gundewarên Efrînê dewam kirin. Di encama wan êrîşan de, bilî ziyanên mezin ên madî ku li avahiyên sivîl ketiye, 9 ji welatiyên Şêx Meqsûd şehîd û 35 welatî jî birîndar bûne.

JI BER ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ZAROKEK ŞEHÎD BÛ

Di vê mehê, artêşa Tirk 17 caran sînorê Rojava binpê kir û êrîş pêk anî. Di encamê de zarokek welatiyê Rojava li Girê Spî şehîd bûye û 9 welatî jî birîndar bûne. Her wiha di wan êrîşan de ziyanek mezin gihîştiye malên sivîl, dar û eraziyên Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê."