Şervanên Minbicê êrîşa çeteyan şikandin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşeke çeteyan a li hemberî nuqteyên wan ên li başûrê Çemê Sacor û bajarokê Dadatê, şikandin.

Çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê careke din êrîşî birin ser nuqteyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li başûrê Çemê Sacor û bajarokê Dadatê. Şervanan bersiv dan çeteyan û şerekî dijwar qewimî. Di encamê de çete neçar man ku xwe vekişînin. Li ser encama vî şerî agahiyeke zelal bi dest neket.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh jî êrîşeke çeteyan a li derdora bajarokê Dadatê ya li ser rêya Minbic –Cerablûsê piştî şerekî dijwar şikandibûn. Di şerê li vir de gelek çete hatibûn kuştin.