Ji Başûrê Kurdistanê li hember gefa fermandarê Îranî nerazîbûn

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li beramberî gefa fermandarê Îranî ya “Em ê tine bikin” bertek nîşan da.

Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê têkîldarî gefên Cîgirê Fermandarê Sipahê Pasdaran ê rejîma Îranê Hisen Selamî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Cîgirê Fermandarê Sipahê Pasdaran ê rejîma Îranê, Hisên Selamî di nimêja Înê ya duh de gefa wêrankirina Herêma Kurdistanê li hikûmet û gelê herêmê xwar.

 Îro jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiv da gefên rejîma Îranê.

 Di daxuyaniya Hikûmetê de wiha hat gotin: “Em gefa ne di cih de ya ku Hisên Selamî dayî bi tundî şermezar dikin. Em wek helwestek ne guncav dibînin. Helwestên bi vî rengî bi peywendiyên me yên dîrokî û dostane yên bi Komara Îslamî ya Îranê re ne guncav in.”

Di berdewama daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de behsa van mijaran tê kirin: “Demek bû ku diyalogek dostane di navbera her du aliyan de hebû. Têgihiştinek hebû. Lê belê gefên tên xwarin, bi temamî berovajî xwezaya wan diyalogan e. Bi ti awayî gefên bi vî rengî xizmeta peywendiyên di navbera her du aliyan de nake. Nabe bi ti şêwazî zimanekî wisa li hember Herêma Kurdistanê were bikaranîn.”

 Di daxuyaniyê de her wiha behsa girîngiya peywendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tê kirin û wiha berdewam dike: “Em di wê hewldanê de ne ku peywendiyên me bi Komara Îslamî re berdewam be. Gefên hatine xwarin jî ne li gor peywendiyên heyî ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina peywendiyên dostane û hiqûqa cîrantiyê her tim xwestiye li gorî berjewendiyên gelên Îranê, Herêma Kurdistanê û herêmê tevbigere. Ji bo wê jî me nexwestiye û em naxwazin xaka Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya êrîşên li ser xaka Îranê û ti welatek cîranê Herêma Kurdistanê.”

Ji ber topbarana rejîma Îranê di roja 26’ê Hezîranê de li herêma Sîdeka û Hacî Omran a Soran, 5 welatî li Hacî Omran birîndar bûn ku piraniya wan koçerên zozanan bûn. Her wiha zêdetirî 20 donim ji zeviyên gundiyên herêmê şewitîn. Gelek bax û rezan zirar dîtin û ajal telef bûn.