Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn da xuyakirin, ku ji destpêka dewleta Komara Tirkiyeyê ve Elewî tên qetilkirin û got, "Yên îro qala mafên Elewiyan dikin, ew kes in ku herî zêde Elewî qetil kirine."
Engîn bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê, mijarên di rojevê de ji ANF'ê re nirxand.
Engîn da xuyakirin, ku ji roja destpêkê ya dewleta Komara Tirkiyeyê û heta roja îro Elewî hedef tên girtin û got, "Yên Elewî qetil kirin, ew kesên îro herî zêde qala mafên Elewiyan dikin e. Mînak; Elewiyan derba herî mezin ji CHP'ê xwariye, lê li pêş çavan e bê CHP'ê çi aniye serê Elewiyan û Elewîtiyê. Hewl dan Elewiyan bi rejîm û îdeolojiyeke dijminê mirovahiyê ya bi navê Kemalîzmê angaje bikin. Gelo ji vê mezintir sûcekî li dijî mirovahiyê heye?"
Kasim Engîn destnîşan kir, AKP heman polîtîkayan îro dimeşîne û bibîr xist, ku hê gelek mirovên ji derewên mezin bawer dikin hene.
HEWLDANÊN JI BO PÛÇKIRINA CEWHERA ELEWÎTIYÊ
Engîn ev tespît kir: "Çawa ku di dema bihurî de mîna Huseyîn Dogan bavê Îzzettîn Dogan Elewiyên Kurd ên xayîn û noker tevî Elewiyên Tirk ji bo tinekirina Berxwedana Dersîmê rol lîstin, îro jî bi rêya heman nokeran Elewiyan hê dixapînin. Her kes dibîne, mirovên weke Îzzettîn Dogan ji bo Elewîtiyê bike dûvika Îslama dewletê ya fermî, çi dike. Tevî ku çanda Elewîtî baweriyek aliyê wê yê civakî xurt e, hin kes îro radibin dixwazin vê rastiyê xera bikin, di nava hin rîtuelan de bifetisînin û bikin dûvika Îslama dewletê. Û li pişt vê zîhniyeta AKP'ê heye."
Engîn destnîşan kir, ev zîhniyet bi kêrî Elewiyan nayê, berevajî hê bêhtir zerarê dide Elewîtiyê û got, "Bi kurt û kurmancî, Zîhniyetên mîna AKP û Erdogan dixwazin çand û baweriya Elewiyan xera bikin û bikin dûvika Îslama desthilatdarîparêz a dewletê."
ELEWÎTÎ ÇANDEKE SERHILDANÊ YE
Kasim Engîn da xuyakirin, ku ji aliyê çandî ve teslîmgirtina Elewiyan karekî gelekî zehmet e û wiha dewam kir: "Bidin dû CHP'ê jî, di çanda Elewiyan de serîtewandina li ber zorê, li ber dewletê û serdestan nîne. Rabûna li ber dewletê, serdestan û zordaran bûye çavkaniya bingehîn a çanda Elewîtiyê. Mesele ne başbûn û nebaşbûna kesekî Elewî ye. Çanda Elewîtiyê çanda berxwedanê ye. Çandek li dora xwe rêvebirinê hatiye hûnandin e. Gotina xwerêveberiyê di roja îro de gelekî tê bilêvkirin. Di nava rêxistinbûyînên bi çanda xwerêveberiyê dijîn de Elewî serkêşiyê dikin."
HEWL DAN BI KOMKUJIYAN ELEWIYAN BÊDENG BIKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn da zanîn, rêxistinbûyînên bi vî rengî û Erdogan bi ti rengî li hev nayên û destnîşan kir, ev rêxistinbûyîn ne bi zîhniyeta dewletê ya faşîzan a mîna Erdogan re dibe yek, ne jî bîatê jê re dike.
Engîn got, "Ez zîhniyeta faşîzan û tekparêz a bi vê dizane, di destpêkê de hewl da bi komkujiyan Elewiyan bêdeng bikin, tine bikin. Ev têrê nekir, rabûn mîna li Mereşê zora koçberiyê ferz kir. Vê jî têrê nekir, yekser li Sêwasê êrîşî dil, mejî û wijdanê Elewiyan kirin û xwestin bitirsînin.
Herî dawî di hibijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de me dîtin, Elewiyan ev zexta tepisandinê bi giranî ji ser xwe avêtine û ji bo li rastiya xwe vegerin, tevî bloka demokrasiyê tevdigere. Bi gelek parlamenteran cihê xwe li meclîsê girtin. Û li meydanan jî ji nû ve çalak bûn.
Zîhniyeta Îslamiya dewletparêz a ev rewş dît, ku bi vê rastiyê hesiya, lîstikên nû xist dewrê. Eger nikare teslîm bigire, hingî bi kêmkirina nifûsê dikare bêbandor bike. Û ya ku niha dikin ev e. Çeteyan li cih û warê Elewiyan bi cih dike û bi vî rengî dixwazin Kurdên Elewî ji cih û warên xwe bkiin."
LI DIJÎ ZÎHNIYETA TEKPARÊZ, BERXWEDANEKE XURT DIVÊ
Engîn destnîşan kir, ev yek pêkanîneke xetere ya teslîmgirtina Elewiyan e û xwest, ev rewş baş were dîtin û li hemberî wê tedbîr bên girtin.
Kasim Engîn ragihand, zîhniyeta AKP û Erdogan zîhniyeteke tekparêz e, faşîst e û anî ziman, li hemberî zîhniyeteke bi vî rengî ya tekparêz, berxwedaneke xurt divê.
Engîn herî dawî, ji bo bîranîna rewşenbîr, ozan, hunermendên li Sêwasê hatin qetilkirin xwest, helwesta Elewiyan a şoreşger radîkal bi biryardarî û li her eniyê were meşandin.