Komkujiya Licê li Wanê hat şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina operasyon û qetilkirina xwezaya Licê, li Wanê çalakiya nobedê destpê kir. Çalakî wê 3 rojan bidome.
Bi armanca şermezarkirina operasyon û qetilkirina xwezaya Licê, li Wanê çalakiya nobedê destpê kir. Çalakî wê 3 rojan bidome.
Rêxistina DBP'ê ya Wanê, li Parka Sanatê ji bo Licê dest bi çalakiya nobedê kir. Cîgirê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Metîn Kûtaz, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş, endamên Meclîsa Partiyê yên DBP-HDP, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî wê 3 rojan dewam bike. Cîgirê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Metîn Kûtaz li ser vê çalakiyê daxuyaniyek da û got, "Em ê li pêşberî qetilkirina mirovan û xwezayê ya li Licê bêdeng nemînin." Kûtaz diyar kir, weke gelê Wanê tevî vê çalakiya nobedê ew ê çalakiya 'deng derxistinê' lidar bixin û bang li her kesî kir, ku bala xwe li ser mijarê be. Piştî daxuyaniyê, girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Duh êvarê saet di 21:00 de jî çalakiya 'deng derxistinê' hat lidarxistin.