Çete li Minbicê sivîlan weke mertalên zindî didin pêşiya xwe

Operasyona, "Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê dewam dike. Çeteyên ku li Minbicê tengezar bûne, sivîlan weke mertalên zindî li ber xwe datînin.

Çeteyên DAIŞ'ê bi qasî 15 hezar Minbicî li cihekî bi 500 metreyan dûrî bazara El Muxeta ye, kom kirin û li vê derê xeteke parastinê ji xwe re ava kirin.

Ev xeta parastinê, ji taxa Rêya Cizîrê ya rojhilat heta Bustan El-Yastî, Til El-Yastî û El-Hewatmê yên li bakurrojhilatê bajêr, herêma Ceylawî ya bakur (li ser rêya Cerablusê) û derdora El-Serib a li bakurrojavayê û heta herêma El-Şerîha dirêj dibe.

Li aliyê din ji herêma El-Şerîha heta Bustan El-Hedad û Avjêgeha Mehkûş û hetanî El-Hezawnê û firneya nan dirêje dibe. Bi vê yekê çeteyan xeteke çemberîn a glover ji hemû aliyan ve çêkirine da ku welatiyên bajêr nikaribin derkevin.

Ji ber qutbûna xeta telefonê têkiliya bi welatiyan re hatiye birîn. Hin welatiyan ji aliyê taxa Resim El-Exder û Çerxerêya El-Şerîha ango ji aliyê rojavayê bajêr xwe xelas kir û gihîştin şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.