Xerzî: Faşîzma îro tê meşandin dişibe ya 1925'an
Xerzî got, "Kiryarên tên kirin, dişibin kiryarên sala 1925'an ku 90 sal bi pergala Tirkiyeyê dan windakirin. Divê em nehêlin ev darbe bi ser bikeve" û banga avakirina eniya demokrasî û azadiyê kir.
Xerzî got, "Kiryarên tên kirin, dişibin kiryarên sala 1925'an ku 90 sal bi pergala Tirkiyeyê dan windakirin. Divê em nehêlin ev darbe bi ser bikeve" û banga avakirina eniya demokrasî û azadiyê kir.
Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Xerzî tevlî bernemaya Rojeva Jin a ku Stêrk TV bû û mijarên ku di rojevê de nirxand.
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Jiyan Xerzî li ser polîtîkayên êrîşkar ên AKP'ê û êrîşên li ser bawerî, gel, jin, zarokan û salvegera komkujiya Sêwas-Madimakê nirxandinên girîng kir. Xerzî bang kir, ku eniya demokrasî û azadîxwazan li hemberî faşîzmê bibe yek û bersivê darbeya li Tirkiyeyê tê kirin. Xerzî got, "Kiryarên tên kirin, dişibin kiryarên sala 1925'an ku 90 sal bi pergala Tirkiyeyê dan windakirin. Divê em nehêlin ev darbe bi ser bikeve."
ŞER DI NAVBERA DU XETAN DE TÊ MEŞANDIN
Xerzî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got; "Ev şer ji aliyê taybetmendî û bingehê ve şerê cîhanê yê sêyemîn e. Ev şer di navbera du xetan de tê meşandin. Yek xeta ketxwarî û qirkirinê ye, ya din jî xeta azadiya gelan e. Ev xeta azadîxwaz, li ser bingeha azadiya jin û ciwanan tê meşandin. Şerê di navbera desthilatdaran de tê meşandin şêr qirêj e û azadiya gelan dike hedef. Projeya wê jî; çiqasî dewletên biçûk bike ewqas dikare kapîtalîzmê ava bike. Ev dîlgirtin û qirkirina gelan, çand û zimanan e.
Ev proje ji Asya Navîn heta Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji bo wê jî ev bi gelek hêz, rê û rêbazan tê meşandin. Her wiha taybetmendiya şerê cîhanê yê sêyemîn jî ew e, ku dewlet xwe bi xwe nakeve nava şer. Ev rûpoşa dewletan e. DAIŞ maskeya dewleta Tirk e. Di vî şerê de dewlet-netewe jî eniyeke ava kiriye. Di eniya faşîzmê de pir kes hene. Di eniya azadiyê de jî jin û ciwan hene. Eger ev hêz pergala xwe ava nekin wê zehmetiyeke mezin bijîn. Ji ber ku em niha di merheleya hebûn û tinebûnê de ne. Ji bo hebûn, tinebûn, nasname û çanda gelan hevbeşbûn tê xwestin."
7'Ê HEZÎRANÊ HÊVIYA GELAN BÛ
Xerzî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser darbeya ku naxwaze Tirkiye demokratîze bibe û û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hilbijartina 7'ê Hezîranê di şexsê Tirkiyeyê de derfeta demokratîkbûnê nîşan da. Hêzên derve û lobiyên navneteweyî dest li vê werdan. Hêzên ku nedixwestin Tirkiye pirsgirêka xwe çareser bike, ev dek û dolab gerandin. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e eniyeke faşîst tê avakirin. Lewma eniyeke şer derket holê. Gelek kes di nava vî şerî de hene. Îro komên tarî di nava vî şerî de dene. Yên ku dixwestin pirsgirêk çareser bibe pir bûn. Eger rewşenbîr û aştîxwaz dest navêjin pirsgirêkê û blokê ava nekin, wê ev pirsgirêk neyê çareserkirin. Wê Tirkiye ber bi parçebûnê ve biçe."
DARBEYA 1925'AN ÎRO DUBARE DIBE
Xerzî, kiryarên hovane yên tên kirin nirxand û işaret bi bingeha vê ya dîrokî kir: "Faşîzma ku niha tê meşandin dişibe faşîzma 1925'an. Di sala 1925'an de li ser Komara Tirkiyeyê komplo hat kirin. Ev komplo 90 sal bi Tirkiyeyê da windakirin. Em îro bi komployeke wiha re rû bi rû ne. Di sala 2016'an de careke din dixwazin bi Tirkiyeyê bidin windakirin. Lobî jî dixwazin li ser şerê me qezenc bikin. Qirkirina ku niha li Elmanyayê hat naskirin, sedema şerê me bû. Li ser vî şerî Tirkiye niha tê firotin. Hişmendiya faşîst a dewleta Tirk li ser van lobiyan û bi van siyasetan hatiye avakirin."
ÇARESERÎ ENIYA HEVBEŞ E
Xerzî axaftina xwe wiha dewam kir: "Di dema desthilatdariya AKP'ê de 14 hezar jin hatin kuştin. Di temenê biçûk de jin tên zewicandin. Carek din erk daye mûxtar û muftuyan ku nîkahên fermî bibirin. Ev kolekirina jinê ye. Dibê 'jina ku zarok çêneke seqet e.' Bi aqlê mêr ê 5 hezar salan nêzî jinê dibin. Ev dijminatiya azadiya jinê ye. Ev şer ji bo qirkirina jin û zarokan e. Di cîhanê de cara yekem e ku ewqas gel koçber dibe. Di dema vê desthilatdariya AKP'ê de di bin navê Îslamê de zarok di wan dibistanan de tên qirkirin. Ev di dîrokê de tiştekî nû ye. Ev windakirina zîhniyetê ye. Eger midûrê dibistanekê dest bavêje zarokan, wê demê ev tê wateya windabûna siberoja civakê. Ji bo civak, jin û zarokan, avakirina bloka demokrasiyê pir girîng e. Ji bo azadkirina civak û azadiya nasnameyan eniya demokrasiyê şert e. Çima ji bo desthilatdar û îktîdaran ewqas enî ava dibe. Çima em ji bo azadiya xwe ava nekin. Em pergaleke demokratîk, jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Bi neteweperestiyê ve gelê Tirkiyeyê tê xapandin."
STENBOL RÛPOŞA LÎSTIKÊN XERAB E!
Xerzî li ser çalakiya çekdarî ya li balafirgeha Ataturk a Stenbolê jî ev nirxandin kir: "Di bin vê çalakiyê de hinek hêz dixwazin pêşeroja gelê Tirkiyeyê tarî bikin hene. Ji ber ku AKP û DAIŞ yek in. AKP li Rojava jî şerê xwe bi destê DAIŞ'ê dimeşîne. Çekê DAIŞ'ê wê li AKP'ê bizîvire. Lobiya şer di nava dewletê de bi xwe hene. Wekî din, destê MÎT'ê di nav de heye. Her wiha destê lobiyan jî di nava vî şerî de heye. Planên li ser Tirba Şah Silêman ji aliyê MÎT'ê ve hatibû çêkirin. Wê fuze bavêtibûna, ji bo dewleta biketa nava Sûriyeyê û xwe rewa nîşan bida. Çalakiya Stenbolê jî vê planê tîne bîra mirovan."
HÊZÊN DERVE DI DEWRÊ DE NE
Xerzî destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi destê hin hêzan ve tê birêvebirin û got, "Hêzên global Sadam xist Qûweytê û piştre jî dest li Sadam werdan. Niha jî dixwazin Erdogan bi kar bînin û dîzayneke nû bikin. Bi rêya Erdogan operasyonek tê meşandin. Rizgarkirina her du gelan jî bi xistina Erdogan ve girêdayî ye. Erdogan ji bo ku têk neçe, gelên Kurd û Tirk difiroşe. Niha li Licê, Erdogan gundan dişewitîne. Dibêjin ku ev rewş dişibe sala 1990'î. Naxêr ev rewş dişibe sala 1925'an, ev jî komployeke nû ye. Ev li hemberî gelên Kurd û Tirk komployeke Komara duyemîn e. Rizgariya her du gelan jî di eniya demokrasiyê de derbas dibe. Yê ku ji gelê xwe û nirxên xwe hez dikin, divê hewl bidin vî şerî bidin sekinandin. Eger ev şer neyê sekinandin wê Tirkiye winda bike. Eger li Cizîrê û Sûrê ev berxwedan nebûna wê gelê Kurd ji zû ve winda bikarana. Berxwedana me rizgarkirina Tirkiyeyê jî. Jinên ku di nava CHP'ê de jî cihê xwe digirin, divê nirxên komarê biparêzin. Eger hûn dixwazin xwedî li vî nirxî derkevin, divê li erkên xwe xwedî derkevin."
XETERIYÊN LI SER NIRXÊN CIVAKÊ
Xerzî di dawiya axaftina xwe de qurbaniyên komkujiya Sêwas-Madimakê bi bîr anî û ev şîrove kir: "Elewî tê wateya parastina nirxên civakî, nirxên civakî di wê çandê de veşartî ne. Çanda Elewîtiyê parastina hemû nirxên civakê û mafê jinê ye. Xeta desthilatdar her tim ev çand perçiqandî ye. AKP dijminaê vê çandê ye. Elewî bi komployê rû bi rû ne. Di van wargehên AFAD'ê de perwerdeya DAIŞ'ê tê kirin. Madimak li ber çavan e. Kengî dixwazin li Tirkiyeyê darbeye çêbikin, bûyerên wiha çêdikin. Madimak, Mereş, Enqere nîşaneya darbeya li ser nirxên civaka Tirkiyeyê ne. Ji bo ku şer rewa bikin, tiştên wiha dikin. Hişmendiya AKP, qirkirinê li jinê ferz dike."