Kêm ma ye Minbic azad bibe
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de li navenda bajêr kolan bi kolan, mal bi mal bi pêş de diçin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de li navenda bajêr kolan bi kolan, mal bi mal bi pêş de diçin.
Şervanên Minbicî dan xuyakirin, ku ji roja destpêkê ve ew bi moraleke mezin tevlî Pêngava Rizgarkirina Minbicê dibin.
Şervanê Meclîsê Ehmed Xalid diyar kir, di pêngava rizgarkirinê de ku mehek li dû xwe hişt, ew gelekî bi pêş ve çûne û mal bi mal bajêr rizgar dikin.
Ehmed Xalid anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî wan dikin, li pêşiya wan gelek mayîn çandine û da zanîn, ew li hemberî van êrîşan xwedî tecrûbe ne û bersiva pêwîst di cih de didin çeteyan.
Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Yaser El Elî jî ragihand, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, ew ji bajêr derket û îro ji bo ji holê rakirina vê dagirkeriyê li dijî çeteyan şer dike.
El Elî bal kişand ser hovîtiya çete di bin navê Îslamê de li gelê herêmê dikin û diyar kir, çeteyan bi zorê jin bi xwe re didan 'zewicandin', bi cihgirtina li nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ew hesabê êşên çeteyan bi wan dane kişandin yek bi yek dipirse.
Şervan Mistafa Mihemed Ehmed jî anî ziman, ew li taxeke xizan a Minbicê ji dayik bûye, piştî çeteyên DAIŞ'ê bajar dagir kirin, neçar maye ji bajêr derkeve.
Mistefa Mihemed Ehmed da xuyakirin, ku ji bo tola xwe ji çeteyên DAIŞ'ê hilîne, hesabê zilma tê kirin bipirse tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûye û destnîşan kir, ew ê di demeke nêz de mizgîniya azadî û rizgariya gelê Minbicê bidin.