KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayan li Dersîm û Çewlikê lê dan
Gerîlayan li hemberî Qereqola Jendermeyan a Torûnoba ya ser bi navçeya Dersûm Pulurê, çalakî lidarxistin. Li Çewlikê jî şer derket û tê gotin, ji leşkeran mirî û birîndar hene. -
Malbatê cenazeyê Sevînç ê HPG'yî wergirt
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bayram Sevînç ê di şerê li Qamûşanê de teevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, hat wergirtin. -
Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenaze kirin
Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hat qetilkirin, ji nexweşxaneyê hat girtin û birin Goristana Yenîkoyê. -
Tirkiye çeteyan dibe Cerablûsê
Dewleta Tirk, mayînên li ser sînorê xwe û Cerablûsê rakir û çete derbasî Cerablûsê kir. Bi vî rengî dixwaze gundên Minbicê careke din dagir bike. -
Şervanan hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîtên bombarkirî şikandin
Hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayîtên bombebarkirî hat kirin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat şikandin. -
Şervanên Minbicî li nava bajêr bi pêş ve diçin
Di şerê duh bi şev ê li navenda bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê qewimî de 17 çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên Minbicî li navenda bajêr dewam dike. -
Gerîlayê Elman Gabar: Ez ji bo têkoşîna azadiyê li çiyê me
Tevgera Azadiyê veguheriye navendekê, ku ji gelemperiya cîhanê şervanên azadiyê xwe lê digirin. Şiyar Gabar ê Elman dibêje, ew ji bo têkoşîna azadiyê li nava refên PKK'ê ye. -
Şerîk: Divê em hînî komkujiyan nebin û ji bîr nekin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk, kesên li pêşberî komkujiyan bêdeng dimînin rexne kir û diyar kir, civak 'hînî' komkujiyan hatiye kirin. Şerîk got, ev yek cesaretê dide Erdogan û mêtîngeran. -
Piştî 2 teqînên li Şirnexê şer derket
Li herêma Afet Konûtlari ya taxa Bahçelîevler a Şirnexê, piştî du teqînên cuda şer derket. -
Li Elkê şerê dijwar
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, gerîlayên HPG'ê avêtin ser Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û Fermandariya Jendermeyan. Di encama vê serdegirtinê de şerekî dijwar qewimî. -
Ji 28 kesên bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin
Li gundê Kerwasê yê navçeya Licê ji 28 kesên ku bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin. -
Li Bismil û Kerboranê 4 kes hatin girtin
Li navçeyên Bismil a Amedê û Kerboran a Mêrdînê 4 kes hatin girtin. -
Li Ebexê lehî
Piştî barana zêde ya li Taxa Zulfubulak a girêdayî navçeya Ebax a Wanê û şûn de ava çem zêde bû, lêhî rabû. -
QSD: Êrîşa çeteyan a li hember Şedadê hate pûçkirin
Navenda Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku êrîşa çeteyan ku li dijî başûrê Şedadê li dar xistin hat şikandin. -
YPG: Êrîşên çeteyan a li ser Taxa Eşrefiyê hate bersivandin
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyand ku êrîşên çeteyan a li ser Helebê didomin û diyar kir ku li ser bersivdayina şervanên YPG’ê jî 2 çete hatine kuştin. -
Tevî hemû astengiyan jî xwedîderketina li Licê didome
Piştî êrîşa li ser meşa ku hewl hat dayîn ji bo Licê ya Amedê bê lidarxistin, li ser navê girseya ku li ber avahiya KCD’ê kom bû Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp axivî, ev bang kir: “Licê rûmeta me ye, em xwedî li rûmeta xwe derkevin.” -
Polîsên Tirk li Amedê êrîşî çalakiya ji bo Licê kirin
Di pêşengtiya HDP, DBP, KCD û KJA'ê girseya li ber avahiya KCD'ê li hev civiya, xwest heta Parka Koşuyoluyê meşekê li dar bixin, lê polîsên Tirk êrîşî meşê kirin. -
Rapora der barê êrîşên komkuj de
GABB’ê êrîşên komkuj ên bi ser qadê xwerêveberiyê de kir rapor.. Di raporê de tê gotin nêzî 400 hezar kes bi darê zorê ji warê xwe hatine kirin û bal tê kişandin ser armanca bêmirovkirinê. -
Li Licê çeteyên Qesrê bi ser malan de digirin
Li Licê ya ku operasyonên leşkerî dewam dikin, leşkerên Tirk li gorî lîsteyê bi ser malên gundiyan de digirin û lêgerînan dikin. -
Artêşa Tirk ciwanek bi êşkenceyê qetil kir
Leşkerên artêşa Tirk ciwanê bi navê Cafer Abdullah El-Hemûd li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi êşkence û lêdanê qetil kir. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê di şer de ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yê gundê Til Qerahê birîndar ketibû û tevî hemû hewldanan jî li Efrînê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Cenazeyê Kocakaya ê ku çeteyên Qesrê qetilkirî nedan malbatê
Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya ê ku li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate qetilkirin, nedan malbatê. -
Şehîdên Sêwasê hatin bibîranîn: Qetlîam didomin, em ê hesab bixwazin
Ji bo bîranîna 33 rewşenbîrên ku li Sêwazê hatin qetilkirin, deh hezaran kes li pêşiya avahiya Madimakê kom bûn. Di bîranînê de dirûşmeyên “Yên Sêwas Şewitandin, Cizîr jî Şewitandin” berz kirin, banga hesabpirsîna qetlîamê kirin. -
Li dijî çeteyên ku wek teqwiye diçûn bajarokê Dadatê çalakî
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 2 tank û wesayîtek topan ku aîdî çeteyên DAIŞ’ê bûn û wek teqwiye diçûn bajarokê Dadatê, xistin kemînê. Bi çekên giran li çeteyan xistin, 2 tank îmha kirin û 4 serçete jî kuştin. -
Xizmên nebedîbûyiyan hesab pirsîn
Xizmên nebedîbûyiyan cara 386. hatin gel hev, daxwaz kirin ku kiryarên Abdurrezak Erdogan werin dîtin û darizandin.