Xizmên nebedîbûyiyan hesab pirsîn
Xizmên nebedîbûyiyan cara 386. hatin gel hev, daxwaz kirin ku kiryarên Abdurrezak Erdogan werin dîtin û darizandin.
Xizmên nebedîbûyiyan cara 386. hatin gel hev, daxwaz kirin ku kiryarên Abdurrezak Erdogan werin dîtin û darizandin.
Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) û xizmên nebedîbûyan bi dirûşmeya "Bila nebedîbûyî bên dîtin, kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya rûniştinê ya 386. li ber Peykerê Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de ku wêneyên nebedîbûyiyan lê hatin hilgirtin, li gel xizmên nebedîbûyiyan gelek nûnerên saziyan û aktivîstên mafên mirovan beşdar bûn.
Di çalakiyê de dîtin û darizandina kiryarên Abdûrrezak Erdoganî hate kirin ku di 1999'an de li gundê Gelîşenê yê Şemzînana Colemêrgê hatibû qetilkirin.
Di çalakiyê de Serokê Şûbeya Komeleya Mafên Mirovan Racî Bîlîcî pêşî axivî. Racî bi bîranîna kesên di komkujiya Sêwazê de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir. Bîlîcî navê 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan yek bi yek got û komkujî şermezar kir.
Piştre Bîlîcî destnîşan kir ku li Tirkiye û Kurdistanê gelek komkujî pêk tên û komkujiyên ku tên kirin hemû li ber çavên dewletê tên kirin û li aqûbeta Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê li Şirnexê di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin û heta niha qet xeber jê nayê wergirtin, pirsî.
Piştî Bîlîcî, Endamê Komîsyona Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan Parêzer Hasan Yalçin, li gor vegotinên Cîhan Erdogan birayê Abdûrrezak Erdoganî yê ku ji hêla kesên nasnameyan wan nediyar ve hatibû qetilkirin, çîroka Erdoganî xwend.
Yalçin got, Erdogan wê demê ji hêla Efser Alî Kaya ê di 9'ê Mijdara 2005'an de dema bombe avêt Pirtûkfiroşa Ûmûtê û hatibû zevtkirin, hatiye şopandin. Yalçin diyar kir, piştî bûyera şopandinê bi demek şûnde, çend caran bombe danîne ber dîwarê malbata Erdoganî û ew bombe hatine teqandin û wiha got, "Piştî êrîşên bombeyî, cerdevanên ku tên mala Erdoganî, pirsên wek 'Keseke/î ku miriye heye yan? Tu texrîbat xwe dane der?' arasteyî malbatê kirine. Li hawirdora malê tim şopên biyaniyî hebûn."
Yalçin, roja qetilkirina Erdoganî wiha vegot: "Di 16'ê Tîrmeha 1999'an di saetên şevê de, kesên nasnameya wan nediyar, saet di navbeyna 02.00-03.00'an de tên mala Erdoganî û odeya ku Erdoganî lê razaye gulebaran dikin. Mala malbata Erdoganî, bi qasî ku ji derve bê parastin ne bilind bû. Pencereya malê, bi qasî qama mirovekî bilind bû. Bi êrîşa çekdariyî re, Abdûrrezak Erdoganî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide."
Yalçin da zanîn ku, piştî qetilkirina Erdoganî kesên nasnameya wan nediyar li malbata Erdoganî digerin û gefên wek 'Heke hûn gilî bikin, wê aqûbeta kesê/ên li dozê binihêrin jî wek a Erdoganî be' li wan xwarine. Yalçin got, ji ber vê malbata ji bo ewleyiya xwe her bi şik û guman bûye, der barê bûyerê de ti liv û tevgereke wan a hiqûqî xwe nedaye der. Her wiha Yalçin diyar kir hemû gundî şahidên van pêkanîn ku malbata Erdoganî rastî wan hatiye ne.
Piştî axaftinan, ji bo hemû windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.