YPG: Êrîşên çeteyan a li ser Taxa Eşrefiyê hate bersivandin
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyand ku êrîşên çeteyan a li ser Helebê didomin û diyar kir ku li ser bersivdayina şervanên YPG’ê jî 2 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyand ku êrîşên çeteyan a li ser Helebê didomin û diyar kir ku li ser bersivdayina şervanên YPG’ê jî 2 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin sîwana Koalîsyona Suriyê de tevdigerin li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike. YPG’ê navê komên çete wiha ragihand: “Wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê wiha dewam kir:
“Komên çeteyan 2’yê Tîrmehê di navbera saetên 01.00 û 03.00'an bi topên cehenemê êrîş birin li ser Taxa Eşrefiyê. Hêzên me jî bi heman awayî bersiv dan çeteyan û di encam de çeteyek kuştin. Bi awayekî hemwext çeteyan ji milê şara 20’emîn jî êrîş lidarxistin. Di bersivdayina hêzên me ya li vir de jî çeteyekî din hat kuştin.
1’ê Tîrmehê di saetên nîvro û şevê de çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve başûrrojavayê Kobanê.”