Artêşa Tirk ciwanek bi êşkenceyê qetil kir

Leşkerên artêşa Tirk ciwanê bi navê Cafer Abdullah El-Hemûd li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi êşkence û lêdanê qetil kir.

Leşkerên artêşa Tirk ciwanê bi navê Cafer Abdullah El-Hemûd li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi êşkence û lêdanê qetil kir.

Ciwanê bi navê Cafer Abdullah El-Hemûd xwest ji aliyê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê, sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê qut bike û derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Dema ku El-Hemûd sînor derbas kir ji aliyê leşkerên Tirk ve hate girtin. Di encama êşkence û lêdana bêsînor a ji aliyê leşkerên Tirk ve El-Hemûd ji serê xwe bi giranî birîndar bû.

Şêniyên navçeya Bilbilê El-Hemûd bi lezûbez rakirin nexweşxaneya Avrîn a navenda Kantona Efrînê. Tevî hemû mudaxeleyên doktoran jî El-Hemûd jiyana xwe ji dest da.