Şervanan hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîtên bombarkirî şikandin
Hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayîtên bombebarkirî hat kirin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat şikandin.
Hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayîtên bombebarkirî hat kirin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat şikandin.
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kolan bi kolan bajêr ji çeteyan paqij dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî şervanan tengav bûne, bi êrîşên xwekujî û wesayîtên bombebarkirî dixwazin xwe rizgar bikin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyan li ser rêya Minbic û Cerablûsê bi 4 wesayîtên bombebarkirî xwestin êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin.
Şervanên bi vê hewldana êrîşê hesiyan, êrîş şikandin.