Polîsên Tirk êrîşî merasîma cenaze kirin
Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hat qetilkirin, ji nexweşxaneyê hat girtin û birin Goristana Yenîkoyê.
Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hat qetilkirin, ji nexweşxaneyê hat girtin û birin Goristana Yenîkoyê.
Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya, ku li gundikê Mehlê yê gundê Kerwas ê navçeya Amed Licê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hat girtin.
Girseya gel, darbesta Kocakaya ya bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin hilgirt ser mlan û berê xwe da Goristana Yenîkoyê. Lê belê polîsên Tirk bi maşînên zirxî pêşî li girseya gel girtin, kudi nav de wekîlên HDP'yî jî hene. Polîsên dewleta Tirk xwestin al û wêneyên li ser darbestê bên danîn. Girseya gel li dijî vê yekê li ber xwe da. Tevî hemû zext û zordariya hêzên dewleta Tirk jî, girseya gel xwe gihand goristanê.
Girseyê dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Licê raperîn e, Amed silav e" qîriya. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya wê were veşartin.