Malbatê cenazeyê Sevînç ê HPG'yî wergirt

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bayram Sevînç ê di şerê li Qamûşanê de teevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, hat wergirtin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bayram Sevînç ê di şerê li Qamûşanê de teevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, hat wergirtin.

Li navçeya Qamûşanê ya Qersê di 30'ê Hezîranê de di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa Tirk şer derketibû û 4 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji 4 gerîlayan cenazeyê Bayram Sevînç ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Erzîromê hat wergirtin.

Cenazeyê Sevînç wê li navenda Îdirê bê veşartin.