Gerîlayan li Dersîm û Çewlikê lê dan
Gerîlayan li hemberî Qereqola Jendermeyan a Torûnoba ya ser bi navçeya Dersûm Pulurê, çalakî lidarxistin. Li Çewlikê jî şer derket û tê gotin, ji leşkeran mirî û birîndar hene.
Gerîlayan li hemberî Qereqola Jendermeyan a Torûnoba ya ser bi navçeya Dersûm Pulurê, çalakî lidarxistin. Li Çewlikê jî şer derket û tê gotin, ji leşkeran mirî û birîndar hene.
Li hemberî Qereqola Jendermeyan a Torûnoba ya navçeya Dersîm Pulurê, gerîlayan saet di 01:00 de çalakiye pêk anîn. Li ser kuştî û birîndarên leşkeran agahiyeke zelal bi dest neket.
HPG'ê heta niha li ser mijarê daxuyanî nedaye.
Li navçeya Çewlik Dara Hênê jî, di navbera leşkerên duh bi şev li bejahiya gundê Botyanê derketin operasyonê û gerîlayan de şer derket. Hat ragihandin, di vî şerî de ji leşkerên Tirk mirî û birîndar hene. Çav li rê ye HPG li ser mijarê daxuyaniyekê bide.
Piştî vî şerî helîkopteran gule li herêmên Kelnî, Gazhêm, Sakîngerî, Lewêbîna û Şehîd Bawer reşandin. Hat ragihandin li qada daristanî ya li derdora gundikên Zexunî, Serleton, Miyaron ên li Botyanê leşkeran xwe veşartine.