Cenazeyê Kocakaya ê ku çeteyên Qesrê qetilkirî nedan malbatê

Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya ê ku li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate qetilkirin, nedan malbatê.

Polîsên ku dayik û xizmên Kocakaya binçav kirine, xwestin ku cenazeyê Kocakaya demildest defin bikin. Lê malbata Kocakaya ev yek qebûl nekirin.

Cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya ê li Licê ji hêla leşkeran ve hat qetilkirin, nedan malbatê. Polîsan demildest xwest cenazeyê Mehmet Şîrîn Kocakaya yê ku dayik û bavên wî di bin çavan de ne bê definkirin, lê belê malbata Kocakaya li hemberî vê pêkanînê derket û ev biryarê nepejirandin.

Li mezrika Mehlê ya gundê Kerwasê ya Licê ya Amedê ku piştî qedexeya derketina derve operasyonên leşkerî lê destpê kirin û di encama gulebarana leşkeran de Mehmet Şîrîn Kocakaya jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê Kocakaya yê li Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tê rawestandin, polîsan ew radestî malbatê nekir. Piştî ku malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, destûra wergirtina cenazeyî hat dayin. Lê belê dema malbat ji bo wergirtina cenazeyê çû nexweşxaneyê, polîsan ji bo wan biryara dozgeriyê ya "Çawa ku cenaze ji morgê hat derxistin, divê bê definkirin" ji malbatê re gotin. Her wiha polîsan diyar kir ku heke berovajî vê biryarê liv û tevgerek xwe bide der, wê cenaze radestî malbatê nekin.

Endamên malbatê gotin, dayika Kocakaya, Neşîde Kocakaya û ferdên malbatê li Licê di bin çavan de ne, heke ew beşdarî merasîma cenazeyî nebin, ew ê cenaze defin nekin. Polîsên ku vê qebûl nekirin, cenaze radestî malbatê nekirin. Li ser vê malbat bêyî ku cenaze werbigire, ji nexweşxaneyê veqetiyan.