Girseya di pêşengtiya HDP, DBP, KCD û KJA'ê de ji bo deng bidin Licê û ji bo çalakiya dengderxistinê li ber avahiya KCD'ê kom bû, xwest heta Parka Koşuyoluyê meşê li dar bixe. Girseya dest bi meşê kir polîsan êrîş kirinê. Berî meşê polîsan avahiya KCD'ê dorpêç kir û bi hinceta wekî meş ne "qanûnî ye" nehişt girse bimeşe. Li ser hevdîtinên ku hatin kirin dîsa ti encam derneket, li ser vê jî girseya ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, wekîlên HDP'ê Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp û Feleknaz Uca di nav de bûn, dest bi meşê kirin. Piştî meşê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Tevî hemû astengiyan jî girseyê dirûşmeyên wekî “Licê Îsyan e, ji berxwedanê re silav e”, "Bijî Berxwedana Licê" û “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” berz kirin û li ber avahiya KCD'ê li hev kom bûn, daxuyaniya çapameniyê dan.
‘LICÊ RÛMET E’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp daxuyanî da, bal kişand ser “qedexeyên kolanan”, qedexeyên li gundan mîna dûrî aqil nirxand. Yîgîtalp got bi qedexeyan ve hewl tê dayîn ku gel terbiye bikin, wiha pirsî: “Salên 1925 û 1990’î jî heman kiryar hebûn. Lê encam negirtin. Niha wê bi van operasyonan encam bên girtin?” Yîgîtalp dubare kir ku wê qatilên mirov û xwezayê encam negirin.
Yîgîtalp wiha bang li gel kir: “Licê rûmeta me ye. Em xwedî li rûmeta xwe derkevin.”