Şervanên Minbicî li nava bajêr bi pêş ve diçin
Di şerê duh bi şev ê li navenda bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê qewimî de 17 çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên Minbicî li navenda bajêr dewam dike.
Di şerê duh bi şev ê li navenda bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê qewimî de 17 çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên Minbicî li navenda bajêr dewam dike.
Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, di roja 33. de ye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh bi şev li taxa Hezawnehê derbeke giran li çeteyan xistin.
Piştî vî şerê dijwar, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi qedemeyeke din li taxê bi pêş ve çûn. Di şerê li vê derê de 17 çete hatin kuştin, 22 kalaşnîkov, 700 fîşekên wê, bêtêlek, 4 bombeyên destan, 4 roketên RPG bi destê şervanan ve ketin.
Li aliyê din, balafirên koalîsyonê jî 4 caran li nuqteyên çeteyan xistin. Li ser encama vê bomberdûmanê agahiyek zelal bi dest neket.
Wekî din, çeteyên DAIŞ ji aliyê bakûrrojava li ser dirêjahiya Çemê El-Sacûr, ji rojavayê gundê El-Erîmê û başûrê gundê Xirbet El-Rûs hetanî Oseclî êrîşî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin û şer derket. Ev şer ji danê sibehê û vir ve dewam dike.