Bi deh hezaran kes ji bo bibîranîna 33 kesên beriya 23 salan li Otela Madimakê ya Sêwazê hatin qetilkirin li ber otelê hatin cem hev û slogana "Em ê desturê nedin tarîtiyê, hesab bipirsin" berz kirin. Kesên ku ji bo bîranînê li Taxa Alîbaba kom bûn, ber bi cihê qatlîamê ve meşiyan. Li pêşiya kortejê otobusa li ser "Wê ronahiya Sêwazê venemire" hatî nivîsîn cih girt. Ji otobusê bênavber navê kesên ku qatin qetilkirin hate anonskirin û bi deh hezaran kesan jî bi yek dengî bersiva "dijî" dan.
Li pêşiya kortejê malbatên kesên ku wêneyên xizmên xwe yên hatin şewitandin hilgirtin meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Qatil AKP wê hesab bide", "Em ê teslîmê tarîtiyê nebin", "Yên ku Sêwaz şewitandin Cizîr jî şewitandin" berz kirin. Meş li ber Otela Madimakê bi dawî bû.
HETA NEBE MUZEYA ŞERMÊ WÊ JI DERIYÊ WÊ NEKEVIN HUNDIR
Dora otelê bi bariyeran ve ji aliyê polîsan hate girtin û destur nehat dayîn ku ji bilî kesên ku xizmên xwe winda kirine derbas bibin. Malbatan li vir careke din xwestin ku otel bibe muzeya şermê û heta ku nebe muzeya şermê jî wê desturê nedin ti kes bikeve otelê. Malbatan qurnefîl danîn ber otelê. Tembûra Hasret Gultekîn ê ku di qatlîamê de şewitî bû wekî sembolekê, bi qurnefîlan danîn ber avahiyê.
'EM Ê BÊHTIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN Û JI KUJERAN HESAB BIPIRSIN'
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan daxuyaniyeke kurt da rojnamegeran. Dogan anî ziman ku 23 sal in li edelatê digerin û wiha got: "Heta ku ev doz bi encam nebe wê wijdan rehet nebin. Yên ku duh qatlîam pêk anîn îro dîsa qatlîaman pêk tînin. Em ê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û hesab bipirsin."
'HEKE HESABÊ MADIMAKÊ BIHATA PIRSÎN CIZÎR NEDIBÛ'
Piştre Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî û diyar kir ew ji bo hesabê Madimakê bipirsin careke din li qadan in û ew ê li qadan bin jî. Koçyîgît wiha berdewam kir: "Heke hesabê Sêwazê bihata pirsîn Cizîr nedibû. Bêguman wê edalet were vî welatî. Wê edaletê jî hevrêyên li Sêwas, Roboskê, Cizîr û Geziyê bînin."
Piştî ku qurnefîl hatin danîn, nûnerên rêxistinên Elewiyan axivîn.
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ganî Alkan qatlîam şermezar kir û bang li hemû gel kir, xwest bibin yek û bi hev re ji kujeran hesab bipirsin.
Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanya Huseyîn Mat jî anî ziman ku îro tê xwestin Elewî bêdeng bibin, lê bila bizanibin ku wê ti caran bêdeng nebin.
'ÊN KU FERMANA CIZÎRÊ DAN JI BO ME KUJER IN'
Mat piştî ku der barê qatlîama Madimakê de biryara demborînê hate dayîn gotina Serokwezîrê wê demê Erdogan ê "Bila ser xêre be" bi bîr xist û bi tundî nerazîbûn nîşan da. Mat wiha got: "Heke li Cizîrê fermana qetilkirina zaroka 7 rojî dide, li Silopiyayê, li Amedê gelê Kurd tê qetilkirin, ên ku van gotinan bi kar tînin li gorî me kujer in."
Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yê Elewiyan Dogan Demîr jî bi lêv kir ku 23 sal in li vir in û wê netirsin û dîsa bên, heta ku yek kes bimînin jî wê hesab bipirsin û bên vê derê.
Li ser navê kesên ku xizmên wan hatine şewitandin jî Huseyîn Ozkan ê du xwişkên xwe winda kir axivî û wiha got: "Madimak ev 23 sal in dişewite. Beriya wê Çorûm û Mereş hebû. Ji me dixwazin em qatlîaman ji bîr bîkin. Gelo em ê ji bîr bikin? Em ê ti caran ji bîr nekin. Heke em ji bîr bikin em ê sibehê dîsa bên qetilkirin."
Piştî axaftinan ji bo kesên ku hatine qetilkirin semah hate gerandin û bi belavkirina loqmeya Xizir merasîm bi dawî bû.