YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê di şer de ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yê gundê Til Qerahê birîndar ketibû û tevî hemû hewldanan jî li Efrînê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yê di şer de ku li hember çeteyên DAIŞ’ê yê gundê Til Qerahê birîndar ketibû û tevî hemû hewldanan jî li Efrînê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanekî xwe yê di şerê DAIŞ’ê de ku li gundê Til Qerahê qewimî, birîndar bibû û li Efrînê dema dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di roja me ya îro de tekoşîna ku şervanê azadiyê didin meşandin destanên lehengtî bi xwîna xwe di rûpelên dîrokê de dineqişînin. Bê ku têkoşînê rawestînin an jî lewaz bikin bi vînek mezin û azad ji bo doza welat û rizgarbûna ji tarîtiyê xwe feda dikin.
Şehîd Ebdo Mesroh bi qehremantî û cesaret li hember dijminên mirovahiyê li gundê Til Qerah 11.06.2016'an de li ber xwe dide û birîndar dibe. Piştî hemû hewldanan di 1’ê Tîrmeha 2016'an de li bajarê Efrînê gihişt asta şehadetê.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ji bo hemû malbatên şehîdan û gelê xwe sersaxiyê dixwazin.”
YPG’ê di dawiya daxuyaniyê de soza dilsoziya rêça şehîdan da.
Nasneme şervanê YPG’ê yê şehîd ketiye wiha ye:
Nasnav: Ebdo Mesroh
Nav û Paşnav: Fewaz Beşar
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Welîd
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 01.07.2016
