Piştî barana zêde ya li Taxa Zulfubulak a girêdayî navçeya Ebax a Wanê û şûn de ava çem zêde bû, lêhî rabû.
ANF
WAN
şemî, 2 tîrmehê 2016, 20:56
Ji ber barana zêde av ket gelek mal û govên taxê. Piştî barana zêde û şûn de di malên ku di bin avê de man, ziyaneke mezin pêk hat. Piştî lêhiyê maşîneyên girdayî Şaredariya Ebaxê ji bo mudaxeleyê çûn taxê, lê ji aliyê welatiyên taxê ve makîneyên kar hatin rawestandin û rê nedan ku bixebitin û bertek nîşan dan.
Ji ber nehatina rayedarên Qeymeqamtî û AFAD’ê ji bo ziyanê diyar bikin, welatiyên taxê diyar kirin ku heta ziyana li gund neyê diyarkirin, rê nadin ku maşîneyên şaredariyê kar bikin. Maşîneyên kar ên şaredariyê li bendê ne ku ziyan bê tespîtkirin û dest bi xebatê bikin.