Li dijî çeteyên ku wek teqwiye diçûn bajarokê Dadatê çalakî

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 2 tank û wesayîtek topan ku aîdî çeteyên DAIŞ’ê bûn û wek teqwiye diçûn bajarokê Dadatê, xistin kemînê. Bi çekên giran li çeteyan xistin, 2 tank îmha kirin û 4 serçete jî kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dema 2 tank û wesayîteke topan a çeteyên DAIŞ’ê,  ji gundê Kosê yê dikeve başûrê Cerablûsê weke teqwiye ji bo bajarokê Dadatê diçû ket kemîna Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û bi çekên giran çalakî li ser hate kirin.

Di şer de gelek çete hatin kuştin. Ji çeteyên hatine kuştin yek ji Erebîstana Siûdî, yek ji Tûnûs û 2 jî ji Çeçenîstanê ne.

Li aliyê din li gundê Um Rate yê dikeve başûrê bajaroka Dadat jî 2 tankên çeteyan ji aliyê balafirên şer ên koalîsyona navnetewî ve hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

Di êrîşên çeteyan de ku danê sibehê li hember nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku dikevin Başûrê ava Sacûr û bajarokê Dadatê pêk anîn, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin şkandin. Her wiha hewldana wesayîta bombebarkirî ya ku dixwest li Taxa Elû Hezawnê bê teqandin jî hate pûçkirin, wesayît beriya bigihije hedefa xwe hate îmhakirin.