Ji 28 kesên bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin

Li gundê Kerwasê yê navçeya Licê ji 28 kesên ku bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin.

Piştî li herêma Mehlê ya gundê Kerwasê ya navçeya Licê derketina derve hat qedexekirin, li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Welatiyên ku xwestin operasyona leşkerî bidin rawestandin û derketin derve ji hêla leşkeran ve hatin êşkencekirin. 28 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê 16 kes serbest berdan û 12 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kirine" der barê Ozan, Takyettin, Selim, Reşit, Resul, Mazlum, Berfin, Azad, Mercan, Azize û Veysi Kocakaya yên ji malbatekê ne û Halise Balkaş girtin û şandin Girtîgehê.