KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayê HPG’ê Aslan ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Aslan ê li Taxa Berçelana Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Sorê yê Geverê hat definkirin. Dayik û hevalên Aslan destnîşan kirin ku Aslan ji bo têkoşîna gelê xwe dest ji dibistanê berdabû. -
Nasnameya kesên li Licê hatin qetilkirin diyar bû
Nasnameyên 2 kesên ku li gundikê Mehlê yê Licê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin eşkere bû. Hate hînbûn ku yek jê bavê 4 zarokan Erdal Kocakaya (40) û yê din jî Mevlut Kocakaya (24) ye. -
Derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatin xistin: Depoya sabotaj û teqemeniyan hate desteserkirin
Di çarçoveya operasyona azadkirina Mibicê de ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de destpê kir, şervanan avahiyeke çeteyên DAIŞ’ê ku mîna navendeke sabotajê bi kar tanîn xistin kontrolê. -
Agirê li çiyayê Herekolê pêketî her ku diçe berbelav dibe
Agirê li Çiyayên Herekolê pêketî her ku diçe berbelav dibe. Şêniyên gundê Erkentê ku hewl didin agir bi derfetên xwe vemirînin, diyar kirin ku heta niha qadek daristanê ya bi sedan hektarî bûye xwelî. -
KCK: Berpirsê qetlîamê desthilatdariya AKP’ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li ser Balafirgeha Ataturkê şermezar kir, got: “Her çiqasî yê ev êrîş pêk anîbe DAÎŞ be jî berpirsê esas desthilatdariya AKP’ê ye.” -
Çeteyên Qesrê li Licê 2 kes qetil kirin
Hat ragihandin ku li gundikê Mehêl ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê di bin dorpêça leşkeran de 2 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Gundiyan diyar kirin ku leşker û tîmên taybet lingên xwe danîn ser serê kesên hatine qetilkirin û wêne kişandine. -
YPG: Êrîşên çete û dewleta Tirk ên li ser Rojava berdewam in
YPG bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, komên çete û dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê didomînin. -
Îro li Ermenistanê Zeynep Kinaci (Zilan) bi civîneke hate bibîranîn
Li Ermenistanê, li navçêya Akbaranê, li Gundê Riya Taze bi tevlîbûna bi dehan jinan civînek hate lidarxistin. Civîn ji hêla endama Kurdistan Komîtê Mediya Rezan a Kurdistanê ve hate birêvebirin. -
Arteşa Tirk Roboskiyê bomberdûman dike
Çoltera Roboskê û girê Şehîd Kendal ê li sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye, ji aliyê balafirên şer ve tê bombekirin. -
Li Dêrikê li hember wesayîta leşkerî ya Kobra çalakiya sabotajê
HPG’ê da xuyakirin ku li nêzî gundê Hêbdoke yê mabeyna navçeyên Dêrik û Wêranşarê, hêzên gerîlayan li hember wesayîta zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê li dar xistin. HPG’ê destnîşan kir ku wesayît bi temamî hatiye ruxandin, 4 leşker jî mirine. -
Ji hêzên TŞYG’ê li Dersîmê çalakî
Mîlîtanên TŞYG’ê li dijî leşkerên ku li derdora wesayîta malzemeyên înşaatê ji bo Qereqola Çîçeklî ya girêdayî Dersîmê dikişand kom bibûn çalakî li dar xistin. -
Avesta: Ti hêz nikare bi civaka li ser xeta Zîlan
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameyeke taybet a Stêrk TV, di salvegera 20. de çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand. -
Cenazeyên 3 berxwedêrên Nisêbînê li Mêrdînê hatin veşartin
Cenazeyên 3 berxwedêrên Nisêbînê, ku hê nasnameyên wan nehatine diyarkirin, li Mêrdînê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Licê wê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
Li dijî operasyonên artêşa Tirk ên li bejahiya Licê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê wê ji sibe û pê ve çalakiyan lidar bixin. -
Cenazeyê endamê YPS'ê Aşkan li Geverê hat veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Erhan Aşkan (Şevder) ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li Geverê hat veşartin. -
Hevrêyê Zîlan di salvegera 20. a çalakiya fedayî de qala wê kir
Gerîla Çeko Şîmal ku bi Zîlan re di nav xebatan de mabû got, "Zîlan li hember dijmin xurt û bi viyan bû. Di têkoşînê de jî bi hevalan re li hev û nerm bû." -
Li gundê Kerwas ê Licê îşkence li mirovan hat kirin
Li gundikê Mehlê yê Licê, ku 2 roj in agahî jê nayê girtin, şerekî dijwar qewimî. 50 kesên xwestin biçin herêmê, li pêşiya gund ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û îşkence li wan hat kirin. Tê gotin, li gund şewat jî derketiye. -
Şêniyên Qamişloyê li dijî komkujiyan meşiyan
Li Qamişloyê, bi sedan kes li dijî komkujiyên li Bab, Şehba û Şêx Meqsûdê tên kirin, meşiyan. -
Li navenda bajarê Minbicê şer giran e
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li taxa El Hezawîn a li navenda bajarê Minbicê şerekî dijwar diqewime. -
Şervanên li Minbicê her bi pêş de diçin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li bajêr her bi pêş de diçin. -
'Em ê mîna Zîlan bijîn; Em ê serdestiya Erdogan biqedînin!'
Zeynep Kinaci (Zîlan) ji aliyê gerîlayan ve tê bîranîn. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Amed di measîma ji bo kinaci de axivî û got, "Ji bo me erk e, mîna Zîlan bijîn, mîna Zîlan şer bikin û mîna wê çalakiyan lidar bixin." -
Êrîşên li Licê dewam dikin
Leşkerên Tirk ên gelek nuqteyên Licê dagir kirine, li gundên Sîse, Derxus û Cenezûr û gundikên li van deveran di nava tevgerê de ne. -
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê çalakî û kesayeta Zîlan vegotin
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê dan xuyakirin, ku Zeynep Kinaci (Zîlan) bi çalakiya xwe ya fedayî ji bo wan bûye xetek û ev ruhê fedayî weke ku li Nisêbîn, Cizîr, Sûr, Gever û Şirnexê hatiye dîtin, di nava gel û gerîla de zindî ye. -
'Em ê bala raya giştî ya Ewropayê bikişînin ser Licê'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ew ê komkujiyên desthilatdariya AKP'ê li Licê û tevahiya Kurdistanê dike bixin rojeva raya giştî ya Ewropayê. -
Bi hezaran gerîla li ser şopa Zîlan in
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê li ser çalakiya fedayî ya Zîlan axivîn û gotin, ew ê şopdarên Zîlan bin û bi ruhê Zîlan têkoşîna xwe bidomînin.