BI DÎMEN

Şervanên li Minbicê her bi pêş de diçin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li bajêr her bi pêş de diçin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, alîkariya nan, av û pêdiviyên din ên jiyanî dide sivîlên ji nava çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine û birine herêmên azad.

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de heta niha bi dehan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji rojava, rojhilat, başûr û bakur ve gav bi gav ber bi navenda bajêr ve bi pêş de diçin.

Ji ber ku li bajêr hînê sivîl hene û çete wan weke mertalên zindî bi kar tînin, şervan bi kontrol bi pêş de diçin. 

Li nava Minbicê, di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de li nava malan û kolanan şer dwam dike.

Di vê navberê de heta niha bi hezaran sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihirin. Şervan alîkariya nan, av û pêdiviyên din ên jiyanî dide sivîlên hatine rizgarkirin.