Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Harun Aslan (Welat Şişol) ê li Taxa Berçelana Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Sorê yê Geverê hat definkirin. Dayik û hevalên Aslan destnîşan kirin ku Aslan ji bo têkoşîna gelê xwe dest ji dibistanê berdabû.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Harun Aslan (Welat Şişol) ê beriya 2 rojan li Taxa Berçelana Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Sorê yê Geverê bi beşdariya sedan kesî ve hat definkirin. Endamên MEYA-DER’ê û malbata Aslan, cenaze serê sibehê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirtin û bi konvoyeke ji dehan wesayîtî pêk dihat ve anîn mizgefta gund. Li gel parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Selma Irmak, rêveberên HDP û DBP’ê û bi sedan welatiyên gundên derdorê beşdarî merasîmê bûn. Welatiyên ku hevalên Aslan jî di nav de, piştî wecîbeyên olî cenazeyê Aslan ji mizgeftê heta goristana gund li ser milan birin. Di merasîma cenaze de hevalên Aslan destnîşan kirin ku Aslan ji ber konsepta şer a li Kurdistanê dest ji dibistanê berdaye û tevlî refên HPG'ê bûye.
‘JI BO AX Û GELÊ XWE TÊKOŞIYA’
Parlamenter Zeydan piştî deqeyek rêzgirtinê axivî û ev tişt gotin: “Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Şehîdên me ji bo azadiya gelê xwe canê xwe didin. Ji ber van fedakariyan wê azadiya gel pêk were. Heke em yekitiya xwe ava bikin em ê bi ser kevin.”
Bavê Aslan, Osman Aslan jî destnîşan kir ku kurê wî ji ber dizî û bêrêtiyê têkoşîn nedaye û got: “Ji bo axa xwe û gelê xwe jiyana xwe ji dest daye.”
Piştî merasîma cenaze, girse derbasî kona şînê yê li nêzî mizgeftê bû.