KCK: Berpirsê qetlîamê desthilatdariya AKP’ê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê êrîşa li ser Balafirgeha Ataturkê şermezar kir, got: “Her çiqasî yê ev êrîş pêk anîbe DAÎŞ be jî berpirsê esas desthilatdariya AKP’ê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, DAÎŞ’ê qetlîamek ku bûye sedema mirina bi dehan sivîlan pêk aniye, ji malbatan re sersaxî xwest, ji bo birîndaran jî hêviyên şîfaya lezgîn ragihand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku her çiqasî ev qetlîam ji aliyê DAÎŞ’ê pêk hatibe jî esas berpirsê wê desthilatdariya AKP’ê ye, wiha dewam kir: “Desthilatdariya AKP’ê ji ber dijminantiya xwe ya bi Kurdan re ketiye nav tifaqek qirêj ku DAÎŞ’ê xwedî bike, mezin bike. Çawa ku desthilatdariya AKP’ê ji bo parastina desthilatdariya xwe ev salek e Tirkiye kiriye qada şerekî, her wiha ji ber dijminahiya xwe ya bi Kurdan re jî çavê xwe li xebat û qetlîamên DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê girt, rê li ber qetlîama Stenbolê vekir.

Piştî vê qetlîamê jî, li şûna ku dest ji van polîtîkayên li ser esasê dijminahiya Kurdan, DAÎŞ’ê mezin dike û qetlîaman derdixe holê berde, dîsa vê qetlîamê jî wek amûrekî qirkirina Kurdan dewam dike û rewa dike ji bo xwe hilbijartiye. Eşkere kiriye ku bi her şêwazî wê polîtîkayên xwe yên ku DAIŞ’ê wek amûrekî ji bo qirkirina Kurdan bikaranînê bidomîne. Tê fêmkirin ku wê qetlîama Stenbolê wek rûberekî bi kar bîne û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê didomîne jî berfireh bike. Hema hema ketiye nav nêzîkatiyekê ku wek dibêje baş bû ku ev bûyer pêk hat, min firsendek dît ku ez hê bi hêsantir qirkirina Kurdan pêk bînim. Bi kurtahî, dixwaze ji vê qetlîamê sûdê wergire û qirkirina Kurdan dijwartir bike.

Gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, tevahî hêzên siyasî yên li cîhanê, pêwîst e li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ku di bin navê li dijî DAîŞ û her cure terorîzmê li hember gelê Kurd dimeşîne, rawestin. Bi taybet di serî de Ewropa, divê hêzên navneteweyî li hember qirkirina dijî Kurdan a di bin navê têkoşîna bi terorê re, bêdeng nemînin. Pêwîst e qebûl nekin ku Tirkiye bi gef û şantajan wan di polîtîkayên qirkirina Kurdan de bike amûr.

Helwesta desthilatdariya AKP’ê ya piştî vê qetlîamê, careke din radixe ber çavan ku bê ka çawa Tirkiye aniye vî halî. Careke din tê dîtin ku li tevahî bûyer û diyardeya li ser esasê dijmintiya Kurd dinêre. Li şûna dest ji polîtîkaya diminantiya Kurdan a qetlîama Stenbolê derxistiye holê berde, hewl dide di vî şerê li dijî Kurdan de ji vê qetlîamê ji bo xwe sûdê werbigre.

Şerê ku niha li Tirkiyê tê jiyîn û komkujiya Stenbolê, encama darbeya siyasî ya faşîst e ku arasteyî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê hate kirin. Di 7’ê Hezîranê de li gel ku encameke siyasî ku wê Tirkiye ber bi istîkrara demokratîk ve bibirana derketibû jî, Erdogan û Gladyoya Qesrê nehêlan ku hikûmet ava bibe û encamên hilbijartinê weke neistîkrarî nîşan dan û Tirkî xistin vê kaosa niha ya berdest. Erdogan û Gladyoya Qesrê derbe li encamê hilbijartinê yên 7’ê Hezîranê kirin û şer û kaosa ku AKP’ê li ser desthilatdariye bihêle dane şixulandin. Ev jî bi lihevdana şovenîzmê, tifaqa bi dijminên Kurdan re danî û çewisandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û komkujiya Kurdan da ber xwe.

Hemû gelên Tirkiyê divê encamên polîtîkayên serweriya AKP’ê yên li  Rojhilata Navîn, Sûriye, DAÎŞ’ê ku li ser dijminatiya Kurdan pêk hatiye, bibîne û li dijî serweriya AKP’ê ku jêderka hemû arîşeyên giran e û xwedanê komkujiyan e, têbikoşe û Tirkiyê ji polîtîkayên dijminê demokrasiyê ku xwe spartiye komkujiya Kurdan rizgar bike.’’