Nasnameya kesên li Licê hatin qetilkirin diyar bû
Nasnameyên 2 kesên ku li gundikê Mehlê yê Licê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin eşkere bû. Hate hînbûn ku yek jê bavê 4 zarokan Erdal Kocakaya (40) û yê din jî Mevlut Kocakaya (24) ye.
Nasnameyên 2 kesên ku li gundikê Mehlê yê Licê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin eşkere bû. Hate hînbûn ku yek jê bavê 4 zarokan Erdal Kocakaya (40) û yê din jî Mevlut Kocakaya (24) ye.
Li Licê ya Amedê ku hem ji jor hem jî ji jêr ve êrîşên dijwar lê diqewimin, li gundikê Mehlê ji 20 welatiyên hatin êşkencekirin 2 jê li nav gund li ber çavên her kesî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ji 2 kesên hatin qetilkirin, hat zanîn ku yek jê bavê 4 zarokan Erdal Kocakaya yê 40 salî ye. Kocakaya yê ku tevî malbata xwe li gund dijî, dema xwest şewata li gund vemirîne bi êşkencekirina ve ji aliyê leşkeran hate qetilkirin.
Kesê duyemîn ê hate qetilkirin jî Mevlut Kocakaya yê hê 24 salî ye.
Hate ragihandin ku Mevlut û Erdal Kocakaya xizmên hev in. Hate gotin ku ji bo wergirtina cenazeyan ambûlan hatiye gund.