Ji hêzên TŞYG’ê li Dersîmê çalakî
Mîlîtanên TŞYG’ê li dijî leşkerên ku li derdora wesayîta malzemeyên înşaatê ji bo Qereqola Çîçeklî ya girêdayî Dersîmê dikişand kom bibûn çalakî li dar xistin.
Mîlîtanên TŞYG’ê li dijî leşkerên ku li derdora wesayîta malzemeyên înşaatê ji bo Qereqola Çîçeklî ya girêdayî Dersîmê dikişand kom bibûn çalakî li dar xistin.
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kirin: “29’ê Hezîranê saet 13.50’an mîlîtanên me yên TŞYG’ê li dijî leşkerên ku li derdora wesayîta malzemeyên înşaatê ji bo Qereqola Çîçeklî ya girêdayî Dersîmê dikişand kom bibûn ji du baskan ve çalakî li dar xistin. Di vê çalakiya li dijî hêzên faşîst de 2 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna Hevrê Şehîd Zîlan hatiye lidarxistin.”