Li gundikê Mehlê yê Licê, ku 2 roj in agahî jê nayê girtin, şerekî dijwar qewimî. 50 kesên xwestin biçin herêmê, li pêşiya gund ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin û îşkence li wan hat kirin. Tê gotin, li gund şewat derketiye.
Şerê li gundikê Mehlê yê ser bi gundê Kerwasê, danê vê sibehê saet di 09:00 de derket. 50 kesên xwestin biçin herêma şer, ku jin û ciwan jî di nav de hebû, li pêşiya gund ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatin sekinandin.
Çeteyên Qesrê îşkence li van mirovan kirin û dor li gundik girtin. Li gorî agahiyan, li vî gundî şewat jî derketiye. Gundiyan banga alîkariyê kirin. Tê gotin, pitikek 5 mehî û extiyarekî 80 salî ji ber dû bêhn li wan çikiya ye û rewşa tenduristiya wan nebaş e.