Li Çiyayên Herekolê yên li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Dîsa destwerdana yekem ji aliyê şêniyên gundê Erkent ê li qûntarê çiya ne, hate kirin.
Şêniyên gund ên ku hewl didin bi derfetên xwe agir vemirînin, ragihandin ku ji ber şewata li mintiqa Kahiya Tûya û Erkentê destpê kir, heta niha qadek daristanê ya bi sedan hektarî bûye xwelî.
Şêniyên herêmê destnîşan kirin ku di vemirandina agir de zehmetiyan dibînin, dan xuyakirin ku Midûriyeta Daristan û Karên Avê ya Bajêr ji bo vemirandina agir dest bi ti hewldanan nekiriye.