Li Licê wê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
Li dijî operasyonên artêşa Tirk ên li bejahiya Licê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê wê ji sibe û pê ve çalakiyan lidar bixin.
Li dijî operasyonên artêşa Tirk ên li bejahiya Licê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê wê ji sibe û pê ve çalakiyan lidar bixin.
Şerê ji aliyê AKP/Qesrê ve li Kurdistanê hat destpêkirin, bi dijwarî dewam dike. Nerazîbûna li operasyona li bejahiya Licê jî, roj bi roj zêde dibe.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Licê, ji bo operasyonan şermezar bikin, wê ji sibe û pê ve saet di navbera 18:00-23:00 de li ber avahiyên partiyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Beriya çalakiya rûniştê wê li hewşa Şaredariya Licê Nimêja Înê ya Sivîl bê kirin.
Roja Yekşemê jî, mirovên a ji bo Licê ji Amedê bi rê bikevin, wê li pêşiya navçeyê bi rengekî girseyî werin pêşwazîkirin.
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Navçeyê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kirin.