'Em ê bala raya giştî ya Ewropayê bikişînin ser Licê'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ew ê komkujiyên desthilatdariya AKP'ê li Licê û tevahiya Kurdistanê dike bixin rojeva raya giştî ya Ewropayê.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, ji bo qetilkirina xweza û mirovan a li Licê û gelemperiya Kurdistanê ragihîne, wê bi Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re hevdîtinê bike. Beriya vê hevdîtinê Sariyildiz ji ajansa me re axivî.

'AKP/QESR, XWEZAYÊ TALAN DIKE Û JIYANÊ QETIL DIKE'

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku ew ê talana xwezaya Kurdistanê û komkujiyên li gelemperiya Kurdistanê tên kirin, ji Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re di hevdîtinekê de ragihînin û got, "Weke ku têz anîn, ji ber polîtîkayên qetlîamker ên desthilatdariya AKP'ê li Kurdistanê dimeşîne, bi rojan e li Licê qada daristanî dişewite û ji ber qedexeya derketina derve jî mirovên li gundan li malên xwe asê man e. Di van operasyonan de, tevî daristanan gelek xaniyên li gundên hatine qedexeirin, hatine şewitandin. Li Licê niha ji ber polîtîkayên dewletê, xweza tê talankirin, jiyan tê qetilkirin. Ji bo em vê rewşê ragihînin û bala raya giştî ya Ewropayê bikişînin ser mijarê, em ê li ser navê HDP'ê hevdîtinan bikin."

'DESTHILATDARIYA AKP'Ê ZEVIYÊN KENEWÎR JI XWE RE DIKE BAHANE'

Sariyildiz bal kişand ser gelek sûcên desthilatdariya AKP'ê yên li Kurdistanê li dijî mirovahiyê kiriye û wiha dewam kir: "Hikûmet AKP'ê ji bo ku di dema pêş de ji ber van sûcên xwe neyê cezakirin, bi armanca rewakirina komkujiyan serî li rêbazên qirêj û gemarî dide. Mînak; dema li Cizîrê bi dehan mirov bi saxî şewitandin, rojnameyên qesrê bi qasî ku di manşetê de bêjin 'terorîstan hevalên xwe şewitandin û ji wir reviyan' bi namerdî tevgeriyan. Her wiha, dema me li jêrzemînan hestiyên zarokên xwe dixist kîsikan, serokwezîrê welêt rabû di televîzyonan de got, 'HDP'ê xwest leşkerên me bixe nava xefikê, me tespît kir ku li jêrzemînan kes nîne'. Nirxandineke bi vî rengî ya derewîn kir. Niha jî ji bo komkujiyên xwe yên li Licê rewa bike, desthilatdariya AKP'ê zeviyên kenewîr dike bahane. Bi vî rengî desthilatadrî dixwaze weşheta xwe binixumîne û tevgera siyasî ya rewa ya li Kurdistanê jî krîmînalîze bike."

Sariyildiz diyar kir, ji bo meşandina operasyonên leşkerî, hilbijartina Licê tiştekî tesadûfî nîne û got, "Gelê Licê, ji berê ve li dijî polîtîkayên qetlîamker ên dewletê dixekine. Di nava 40 salên têkoşîan siyasî de berdêlên giran da. Cihekî ku gelê wê polîtîk bûye. Lewma bi vê êrîşa li hemberî Licê re dixwaze mesajê bide Amedê. Çawa ku xwestin di ser Cizîrê re peyamê bide temamiya Botanê."

'DIVÊ HER KES LI DIJÎ WEHŞETA LI LICÊ DERKEVE'

Sariyildiz destnîşan kir, ku divê gel li hemberî van polîtîkayên qirkirinê bêdeng nemîne û got, "Rabûna li ber wehşeta li Licê, ne tenê karê Kurdan e. Ev yek divê erk û wezîfeya hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê be. Ji ber ku faşîzm tiştekî welê ye; dema gefeke mezin a li hemberî xwe ji holê rakir, berê xwe dide gefên biçûktir. Lewma hemû derdorên civakî yên zerarê ji vê sîstema otorîter a desthilatdar dibînin, di hedefa vê sîstemê de ne. Bi berxwedaneke hevpar a li dijî vê sîstemê, dawî li vê wehşetê dikare were anîn. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî vê wehşetê derkeve û jiyana li Licê biparêzin. Lice bi xweza û jiyana xwe cihekî dewlemend e, parastina vê derê divê erka me hemûyan be."