BI DÎMEN

Hevrêyê Zîlan di salvegera 20. a çalakiya fedayî de qala wê kir

Gerîla Çeko Şîmal ku bi Zîlan re di nav xebatan de mabû got, "Zîlan li hember dijmin xurt û bi viyan bû. Di têkoşînê de jî bi hevalan re li hev û nerm bû."

Gerîlayê PKK’ê Çeko Şîmal der heqê Zeynep Kinaci (Zîlan) de, ku di 30’ê Hezîran 1996’an de li dijî artêşa Tirk li Dersîmê çalakiyek fedayî pêk anîbû û bi vê çalakiyê bûbû sembol, nirxandin kir.

Şîmal got, "Bi hevrê Zîlan re sala 1995-1996’an di dema amadekariyên ji bo zivistanê de me hev nas kir. Her kesî ji bo zivistanê amadekarî dikir, wext teng bûbû. Dikira berf bibariya û kamp diviya bihata çêkirin" û bal kişande ser van hêmanan:

"Hevrê Zîlan wê salê bi awayekî çalak tevlî nav xebatên amadekariya zivistanê bû. Hem hê nû bû û hem jî ji cihê dijwar dest bi gerîlatiyê kiribû. Lê zor dihat lê dîsa jî zêde bi ser xwe de diçû. Dema ku ji çemekî derbas dibû yan jî dema ku barê wê giran bû zor lê dibû. Lê xwedî îradeyeke pir qeyîm bû, dizanî bû ji hevalên li cem xwe hêzê bistîne. Dikarîbû bi xweşikî li jiyanê binêre. Ji hêlekê ve hem wê zor li te bibe û li hêla din jî ji van zoriyan tu yê hêzê bistînî. Ev nasnameya rasteqîn a Zîlan bû. Li gel ku 20 sal di ser re derbas bûne jî, hê jî ku yek bibêje, tu şehîd Zîlan çawa bi bîr tînî, çavdêriyên min wê bi vî rengî bin; ji hêla bunyeyê ve lewaz bû lê enerjiya wê ya jiyanê zêde zexm bû. Me helwesta wê ya jiyanê û enerjiya wê ya pozîtîf dît, em bûne şahid. Di mijara adaptebûnê û lê rikibînê de pir zîrek bû. Pir zû têdigihişt."

'DI PÊVAJOYA PERWERDEHIYÊ DE QET ZORÎ NEKIŞAND'

Şîmal çavdêriyên xwe yên dema ku di kampa perwerdehiyê ya zivistanê de pê re mayî û asta pêşketina Zîlan bi vî rengî vegot: 

"Kampên perwerdehiyê yên zivistanî serdema lixwetewîna gerîla û rapirsîna şêwaza xwe ye. Pêvajoya xwenûkirinê ye, fersendek e. Tevlî sê dersên pêvajoya perwerdehiyê bû û dawiya sê dersan Şehîd Zîlan her çendî di nav me de ya herî serketî jî bû, rabû û xwest ku analîza wê were kirin. Heval Zîlan ku di sê dersan de jî pir li perwerdeyê hûr bû û bi guhdarîkirinê pê de çû, di dersa çaran de xwest ku platforma wê were kirin. Zoriya ku di xebata pratîk de pê re xuya bûyî di pêvajoya perwerdehiyê de qet nehate dîtin. Di perwerdehiyê de tişta balkêş ew bû ku pir li xwe ditewiya û mitaleya vê dikir. Di pêvajoya platformê de me dît ku heval Zîlan çaw kûr diçû. Ji sala 1995-1996’an heya wê demê lixwekûrbûna herî serketî û ji bingeh ve ya wê bû. Me hemûyan digot belkî ji lixwehûrbûna re ne amade ye û platform pê giran hatiye. Lê platform di ser wê de gihaşte armanca xwe.

'JI JIYANÊ Û HÎSKIRINA WÊ HEZ DIKIR'

Niha em nû fêhm dikin ku ew pêvajoya amadekariyê bû. Lê em bi vî awayî nedifkirîn û me fêhm nedikir. Operasyonên dijwar ên dijmin destpê kirin û em neçar man ku ji kampa zivistanê derkevin. Û pêvajoya zivistanê hazirî baş nehatibûn kirin. Erzaqê me hebû lê wê zivistanê têra me nekir. Hevalan dizanîbûn bi tevdîr bi kar bînin. Dizanîbûn xwe bigihînin biharê. Wê demê em bi şehîd Zîlan re ji kampa zivistanê derketin.

Di pêvajoya zivistanê bi qasî ku çavdêriyê min çêbûn, ji jiyanê hez dikir. Li gel şertên zivistanê jî dixwest bi hevalê xwe bide fêhmkirin ku ew ji jiyanê hez dike. Li gel wan şertan jî taybetmendiyeke wê bû ku dixwest vê nîşanî hevalan bide. Ya duyê ji hêla fizîkî ve lewaz bû lê dîsa jî dizanîbû hêzê bistîne. Taybetmendiya wê sêyê jî ew bû, li gel hemû dijwariyan jî dizanîbû bi armancê re bibe yek. Di wê serdema êrîşên berfireh de li hemberî Rêbertî suîqestek pêk hat. Ji ber ku êrîş bi ser her derê de hebûn; tenê ne bi ser biryargeha rojhilat de yan jî bi ser eyaleta Dersîmê de, asta herî bilind a Tevgerê hatibû armanckirin, Rêbertî hatibû armanckirin. Her kesî dixwest di wê pêvajoyê de bibe bersiv lê heval Zîlan ev pêk anî. Ji hêla taktîkî ve xitimîneke mezin hebû, komutaya taktîkî xitimî bû. Ne dijmin dikarîbû  bi ser bikeve û ne jî tevger dikarîbû heq jê derkeve. Di pêvajoyeke bi vî rengî de çalakiya heval Zîlan heq ji pêvajya taktîkî derket. Divê em heq ji vê pêvajoyê derkevin lê em nizanin. Bingeha teorîk pir xurt e, eyalet pir xurt e lê dîsa jî me nedikarî heq jê derkevin."

Şîmal, ku heya çalakiyê bi Zîlan re derbas kir, ev agahî dan. "Me Zîlan li biryargehê danî û em ji wir veqetiyan. Tam 29’ê Hezîranê çek hatin hildan û me dest bi çalakiyê kir. Piştî ku em ji çalakiyê vegeriyan fermandarê liqa me got, di merasîma alayê ya li navenda Dersîmê, heval Zîlan çalakî pêk aniye. Me şahî û xemgînî bi hev re jiya. Ez pir kêfxweş bûm ku heval Zîlan bû xwedî çalakiyeke bi vî rengî. Heq jê derket û bi ser ket. Ez gelekî kêfxweş bûm ku di nav me de hevala herî nû ev çalakî pêk anî."

'ME KÊFXWEŞÎ Û XEMGÎNÎ BI HEV RE JIYA'

Gerîla Çeko Şîmal bîranîneke xwe ya têkilî Zîlan ( Zeynep Kinaci) wiha vegot: "Piştî ku xebata payizê qediya heval Zîlan nivîseke bi destxeta xwe li gel wêneyekî wesîqeyî da min. Me ew wêne heya bi başûr jî bir. Me li başûr ew radestî heval Tanya kir. Diviya di arşîva rêxistinê de bimaya. Bi sax û silamet gihaşt cihê xwe. Ji bilî vê ji şehîd Zîlan min dît ku di platformê de bi kûrekûr giriya û di heman demê de peyv ji devê wê derdiketin. Piştî çalakiyê min ew hîsa xemgîniyê û şadiyê bi hev re jiya. 20 sal di ser re derbas bû; hê jî dema ku li Zîlan difikirim heman hîsan bi hev re dijîm."