BI DÎMEN

Derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatin xistin: Depoya sabotaj û teqemeniyan hate desteserkirin

Di çarçoveya operasyona azadkirina Mibicê de ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de destpê kir, şervanan avahiyeke çeteyên DAIŞ’ê ku mîna navendeke sabotajê bi kar tanîn xistin kontrolê.

Di avahiyê de ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat bidestxistin, derket holê ku ev avahî weke navenda sabotajê tê bikaranîn.

Li gel bidestxistina navenda sabotajê ya aîdî çeteyên DAIŞ’ê, derbeyeke din a giran li çeteyan hate xistin. Di avahiyê de ku mîna navenda sabotajê dihat bikaranîn, gelek mayîn û alavên ku di çêkirina mayînan de dihatin bikaranîn hatin desteserkirin. Teqemeniyên ku patentên wan girêdayî dewleta Tirk in, li cihên cuda bi cuda ji aliyê çeteyan tên bikaranîn.

Her wiha maske û lepikên bi patentên dewleta Tirk û TNT ên aîdî dewletên navneteweyî hatin bidestxisitn.

Hat diyarkirin ku çeteyan ev navend ji bo pêşketina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê a li nava bajêr asteng bikin bi kar tanîn.

Pêşdeçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mal bi mal, kolan bi kolan didome.