Êrîşên li Licê dewam dikin
Leşkerên Tirk ên gelek nuqteyên Licê dagir kirine, li gundên Sîse, Derxus û Cenezûr û gundikên li van deveran di nava tevgerê de ne.
Leşkerên Tirk ên gelek nuqteyên Licê dagir kirine, li gundên Sîse, Derxus û Cenezûr û gundikên li van deveran di nava tevgerê de ne.
Li navçeya Amed Licê, ku êrîşên giran li ser hene, ji gelek gund û gundikan agahî nayê girtin. Operasyona li herêmê berfireh dibe. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, li gundên Sîse, Derxus û Cenezûr û gundikên li van deveran tîmên taybet ên Tirk di nava tevgerê de ne.
Di vê navebrê de 8 kesên beriya sê mehan li malên xwe yên li herêmê hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.