Cenazeyê endamê YPS'ê Aşkan li Geverê hat veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Erhan Aşkan (Şevder) ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li Geverê hat veşartin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Erhan Aşkan (Şevder) ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li Geverê hat veşartin.
Cenazeyê endamê YPS'ê Erhan Aşkan (Şevder) ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li goristana taxa Orman a navçeya Colemêrg Geverê hat veşartin. Malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan a li Meletiyê derxist û anî Geverê. Lê belê cenaze li ber benda kontrolê ya polîsan hat sekinandin û piştî demekê bi dorpêçiya wesayîtên zirxîn anîn goristanê. Di merasîma cenaze de Parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay, rêveberên DBP û HDP'yî û gelek Geverî amade bûn.
Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Aşkan hat veşartin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Parlamenterê HDP'ê Zeydan axivî û diyar kir, Aşkan ji bo azadiya welatê xwe jiyana xwe ji dest daye. Zeydan destnîşan kir, ew ê şopdarên têkoşîna wan Aşkan bin.
Bavê Aşkan Seîd Aşkan jî got, "Bila serê gelê Kurd ê bi rûmet sax be."
Piştî vê merasîmê, girseya gel çû serdana malbatê û sersaxî jê re xwest.