KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Girê Spî êrîşa bi wesayîta bombebarkirî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li kolana sereke ya Girê Spî êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
'Divê hêzên demokratîk ji bo Licê bikevin nava tevgerê'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan bal kişand ser dijwarbûna êrîşên li Licê û ji bo pêşîgirtina li bomberdûmanê bang li hêzên demokratîk kir, ku ji bo Licê bikevin nava tevgerê. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mervan Reş hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mervan Hesen Selman bi nasnav Mervan Reş ê li bajarê Şedadê jiyana xwe ji dest da, li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin. -
Ji bo Licê wê li Amedê çalakî bê lidarxistin
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên Qesrê yên li hemberî Licê, wê li Amedê 3 rojan nobed bê girtin. Piştî nobedê girseya gel wê berê xwe bide Licê. -
Hevpeymana Civakî ya Bakurê Sûriyeyê ji aliyê meclîsa damezrîner ve hat erêkirin
Piştî nîqaşên du rojan, Hevpeymana Civakî ya Bakurê Sûriyeyê ji aliyê Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve hat erêkirin. -
Nûrettîn Demîrtaş: Vîna Kurdan wê rejîma qirkirinê têk bibe
Siyasetmedarê Kurd Nûrettîn Demîrtaş bal kişand ser girîngiya Raperîna Şêx Seîd û destnîşan kir, vîna Kurdan wê zîhniyeta qirkirinê têk bibe. -
Zikat û fitrên xwe bidin mirovên bêmal man e!
Xoceya qursa Quranê Sabahat Acar bang li welatiyan kir ku zikat û fitrên xwe bidin mirovên li qadên xwerêveberiyê yên li Şirnex, Cizîr, Gever, Silopiya, Nisêbîn û Sûrê. -
'Divê em derhal xwedî li Licê derkevin'
Alîkarê Hevşaredarên Licê Hamdûllah Sûphî Aydin diyar kir, dewleta Tirk bi van operasyonan ve dixwaze Licê ji holê rake û banga xwedîderketina li Licê kir. -
Li Wanê li dijî qereqolê çalakiya bi wesayîta bombebarkirî
Li bajarokê Guzelsû yê navçeya Wan Payîzavayê, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî qereqolê çalakiyek hat lidarxistin. Hat ragihandin, di bûyerê de gelek leşker birîndar bûne. -
Li Bismilê çawîşekî pispor hate kuştin
Li navçeya Bismil a Amedê vê êvarê ji aliyê kesên çekdar ve çawîşekî pispor hate kuştin. -
Artêşa Tirk êrîşî Girê Spî kir: Bi dehan kes birîndar in
Artêşa Tirk li rojhilatê bajarê Girê Spî êrîşî sivîlan kir, di encamê de bi dehan kes birîndar bûn. -
Li Dêrikê 5 kesên din hatin girtin
Li Dêrikê piştî ku serê sibê 6 kes hatin girtin danê êvarî jî 5 welatiyên ku 25'ê Hezîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Li Minbicê wesayîta bombebarkirî hate ruxandin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di şerê li bakurê bajarê Minbicê de wesayîteke çeteyan a bombebarkirî ruxandin. -
Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîl bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. -
Hevşaredarên Dihê ji peywirê hate dûrxistin
Der heqê Hevşaredara DBP’ê yên Dihê Eda Kîlîs û Endamê Meclîsa Şaredariyê Salih Ozer bi hinceta ku beşdarî daxuyaniyê bûne doz hatibû vekirin, ji pewirê hatin dûrxistin. -
Li Licê,Farqîn û Pasûrê gund tên valakirin û vedigerînin qereqolan
Bi dehan gundên li navçeyên Licê, Farqîn û Pasûr a Amedê ji aliyê leşker, cerdevan û tîmên taybet ve hatine dorpêçkirin. -
Banga xwedîderketina xwezaya Kurdistanê
Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê (MEH), li beramberî êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî xwezaya Kurdistanê banga hişyarî û têkoşîna hevpar kir. -
Komên Kurd: Em ji Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk vedikişin
Komên Kurd ên ku di nav ‘’Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk’’ de cih digirin, bertek nîşanî gotinên Mîşel Kîlo yên li dijî Rojava dan û ji koalîsyonê vekişiyan. -
Êrîşên çeteyên Qesr/AKP’ê ya li Licê dewam dike
Êrîşên çeteyên Qesr/AKP’ê ya li Licê dewam dike. Li navçeyê sewqiyata leşkerî jî pêk tê. Cerdevan û tîmên taybet ên ku li gundikê Mehlê yê gundê Kerwasê hatine bicihkirin, di saetên sibehê de bi ser malan de girtin, li gundê Nenyasê malek şewitandin. -
Çeteyên Qesrê malên li Şirnexê didin ber topan
Çeteyên Qesrê, hinek malên li Taxa Vakifkent a Şirnexê dan ber topan. -
Gerîlayên HPG'ê li Çelê li leşkerên kemîn danîbûn xistin
Gerîlayên HPG'ê, li hemberî leşkerên Tirk ên li Çelê kemîn danîbûn 4 çalakî pêk anîn. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin. -
Ji bo Licê bang li ciwanan hat kirin: Em dakevin kolanan û li dijmin bixin!
Însiyatîfên Jin û Ciwanan ên Şoreşger Amedê: "Kî çi dizane û dikare çi bike, bila wê bike. Hemû saziyên dijmin di hedefa me de ne û kolan ên me ne. Divê agirê me tarîtiyê ronî bike, dagirkeran bişewitîne." -
Çeteyên AKP/Qesrê agir berdan çiyayê Gabarê
Çeteyên AKP/Qesrê piştî çiyayê Cûdî, agir berdan daristana li çiyayê Gabarê. -
Çeteyên ji Cerablûsê êrîş kirin, têk çûn
Çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Cerablûsê ve êrîşî herêmên şervanên Minbicî kirin. Ev êrîş hat kişandin. Piştî şerê 3 saetan, çete neçar man birevin. -
Polîsekî li Pîranê birîndar bû mir
Yek ji polîsên li navçeya Amed Pîranê di teqîna dema derbasbûna wesayîta polîsan de birîndar bû, mir.