Çeteyên ji Cerablûsê êrîş kirin, têk çûn

Çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Cerablûsê ve êrîşî herêmên şervanên Minbicî kirin. Ev êrîş hat kişandin. Piştî şerê 3 saetan, çete neçar man birevin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê saet di 05.00 de ji başûrê bajarê Cerablûsê û bakur Çemê El-Sacûr êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund dan çeteyan û şerekî dijwar li vir rû da.

Di vî şerê li gundê Qîrat ê bi 19 km'yan li başûrê Cerablûsê ye, êrîşa çeteyan hat şikandin. Piştî şerê 3 saetan, çeteyên mayî neçar man xwe ji herêmê vekişînin.